Li Pasûr û Hezroyê ji bo jinan perwerdeya têkoşîna li dijî şîdeta dîjîtal 2026-06-26 12:15:09   AMED - Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Pasûr û Hezroyê çalakî hatin organîzekirin. Di van çalakiyan de ji bo jinan perwerdehiya "Pêşîgirtina li Şîdeta Dîjîtal û Bikaranîna Ewle ya Înternetê" hat dayîn û derbarê mekanîzmayên serlêdanê yên li hemberî şîdeta dîjîtal de agahdarî hat kirin; her wiha li Hezroyê kontrolên tenduristiyê yên giştî hatin kirin û kîtên hîjyenê ji bo beşdaran hatin belavkirin.   Ji aliyê Yekeya Perwerdehiyê û Yekeya Têkoşîna Dijî Şîdetê ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve, bi hevkariya Navenda Jiyanê ya Jinan a JÎNDA ya ser bi Midûriyeta Jinan a Şaredariya Pasûrê, ji bo jinan perwerdehiya “Pêşîgirtina li Şîdeta Dîjîtal û Bikaranîna Ewle ya Înternetê” hat lidarxistin.   Di perwerdehiyê de ku di çarçoveya kampanyaya “Gotinên Me Neqediyane, Em ê Şîdetê Bi Hev Re Rawestînin” de hat organîzekirin, bandorên şîdeta dîjîtal ên li ser jiyana jinan, bikaranîna ewle ya înternetê û mekanîzmayên serlêdanê hatin gotûbêjkirin. Beşdaran diyar kir ku gelek tevgerên ku ew di hawirdora dîjîtal de pê re rû bi rû dimînin wekî şîdet nayên dîtin, ji ber vê yekê wan nikaribûye binpêkirinên ku jiyane piranî caran xuyayî bikin.   Di tevahiya perwerdehiyê de li ser şêwazên cihêreng ên şîdeta dîjîtal, rêbazên parastinê û mekanîzmayên piştgiriyê agahdarî hatin parvekirin û guh li ezmûn û nêrînên jinan jî hat girtin. Di çalakiyê de ku bi nirxandinên dualî bi dawî bû, girîngiya zêdekirina hişmendiyê û xurtkirina pişgiriya hevdu ya di têkoşîna dijî şîdeta dîjîtal de hat destnîşankirin.   Li Hezroyê hevdîtina jinan   Bi hevkariya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, li Taxa Berbûşê ya ser bi navçeya Hezroyê hevdîtineke ku jin tê de amade bûn hat lidarxistin. Di hevdîtinê de ku li gorî daxwazên jinan pêk hat, ji bo welatiyan kontrolên tenduristiyê yên giştî hatin kirin û kîtên hîjyenê jî li beşdaran hatin belavkirin. Di çarçoveya bernameyê de ji bo jinan perwerdehiya “Pêşîgirtina li Şîdeta Dîjîtal û Bikaranîna Ewle ya Înternetê” hat dayîn.   Derbarê mekanîzmayên piştgirî û serlêdanê yên ku di dema rûbirûbûna şîdeta dîjîtal de dikarin serî lê bidin agahdarî hat kirin; her wiha agahiyên têkiliyê yên saziyên têkildar û broşûrên agahdarkirinê bi beşdaran re hatin parvekirin.   Perwerdehiya ku jinan tê de fersend dîtin ku ezmûn û hewcedariyên xwe bînin ziman, bi nirxandina dualî û bi peyama piştgiriyê bi dawî bû.