Li Stenbolê banga mîtînga azadiyê 2026-06-21 18:36:34 STENBOL - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên ‘mîtînga azadiyê’ de li Aksarayê belavok belav kir û gel vexwendiyê mîtîngê kir.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Fatîh a Stenbolê ji bo ‘mîtînga azadiyê’ ya ku wê 27-28’ê   Hezîranê de bi armanca azadya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan pêk bê xebatên xwe didomîne.   Rêxistina DEM Partî ya Fatîhê li herêma Aksarayê bi gel û esnafan re hat gel hev û belavok belavkirin.   Di xebatê de   biryarbûn derket pêş û bi anons û stranan gel vexwendiyê mîtîngê hat kirin.