Sureyya Bulut: Jinan bi piştevanî û hilberînê çar dîwar bê wate hişt 2026-06-21 09:03:14   Elfazî Toral - Rojîn Abay    STENBOL- Sureyya Bulut ku piştî 32 salan şûnde hat berdan, da zanîn ku bi berxwedanê hêviya aştiyê û îrade mezin kirine. Sureyya Bulut da zanîn ku heta aştî bê avakirin wê berprisyariya xwe bidomînin.   Sureyya Bulut di Mijdara 1975’an de li gundê Muşîtalî yê navçeya Karakoyunlu ya Îdirê hat dinê û di 19 saliya xwe de di cotmeha 1994’an de di pevçûnekê de birîndar bû û hat girtin. Sureyya Bulut 32 salan girtî ma û piştî 32 salan di rojên borî de ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tahliye bû. Sureyya Bulut a ku berxwedana li girtîgehê mezin kiriye, pergala îşkenceya li girtîgehan ji JINNEWS’ê re vegot.   Asîmanên bêdawî   Sureyya Bulut ku piştî salan hat berdan balkişand ser coşa li ber girtîgehê ku dema hatiye pêşwazîkirin û got: “Wê hestê bandorek mezin li min kir. Ez hestiyar û kêfxweş bûm. Min got xuyaye gel xwedî li nirxên xwe derdikeve. Ew tabloya ber girtîgehê bi hêvî bû.Ez hatim berdan lê bi dehan hevalên me girtî ne. Ez ji ber wê hinek hestiyar im. Di girtîgehê de min hesreta welatê xwe dikşand. Min gundê xwe xeyal dikir. Zarokatiya min dihat bîra min. 32 salan girtî mam. di nav çar dîwaran de jiyanek.  Li girtîgehan her tişt bi sînor e. Her tişt bi rêbaze. Asîman jî bi sînor didan. Piştî 32 salan ez derketim, min serê xwe bilind kir û asîman bê sînor bûn. Wê demê min fêm kir ku ez ji girtîgehê derketime.  Li derve her tiştê min destê xwe dirêj kirê min xwe gîhanê. Vê bala min kişand.”   ‘Di tarîtiya girtîgehê de têkoşîna jinê’   Sureyya Bulut daxuyakirin ku girtîgeh ji bo mirovan birizînin hêviya mirovan hişk bikin hatine avkairin û wiha pê de çû: “Di wê nokteya tarî de têkoşîna jinê dikeve dewrê.Jin di wê nokteyê de cîhna nû ava dikin. Jin li cihên ku derfet tuneye diafirînin, hildiberînin, hêviyê ava dikin. yek ji van cihan girtîgeh e. Cîhan derve asta binpêkirinan belkî nizanin lê rewşa li hundir wek cehnemê ye. Her saniye em bi zextê şiyar dibûn. Daxwazname dihatin qelaştin, dermankirin dihatin taloqkirin, daxwazên me dihatin cezakirin. Ji tenduristiyê heta her qadê binpêkirin normal didîtin. Li girtîgehan pergalek îşkenceyê ya li demê hatiye belavkirin heye. Tahliye dihatin astengkirin. Înfaz dihatin şewitandin.”   Jiyana komunal   Sureyya Bulut balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha bi lêv kir: “Me banga civaka demokratîk bi kelecanek mezin guhdar kir. Ji ber em mirovên ku jiyana xwe dane ser aştiyê ne. Ji bom e aştî ne tenê gotinek siyasiye. Me banga aştî û demokrasiyê bi hêviyek mezin pêşwazî kir.Ev pêvajo hem ji bo Kurdan hem ji bo Tirkan girînge. Mirovan bedelên giran dan. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da.  Ji ber vê divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Divê ev pêvajo ji gelan re bê gotin. Divê em jiyana komunal di civaka xwe de ava bikin.”   ‘Aştî bi her kesî dide qezenckirin’   Sureyya Bulut di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Hîna hevalên me girtî ne. Aliyekî min hestiyare. Divê têkoşînek serkeftî bê meşandin. Divê hemû hevalên me bên berdan. Tu kes di şer de bi ser nakeve. Lê aştî bi her kesî dide qezenckirin.”