Jiyan Hesen: Pêvajo nexetimiye lê hêdî dimeşe 2026-06-09 09:09:25   Jiyan Gencan   HESEKÊ - Endama Komîteya Bicîhanîna Peymana 29'ê Çileyê Jiyan Hesen anî ziman ku Pêvajo gelek hêdî dimeşe, pêvajo ne xetimiye lê hêdî dimeşe. Astengiyeke ku pêşiya peymanê bixetimîne nîne. Hemû hewldanên me ew in ku pêvajo neyê xetimandin û peyman bê pêkanîn.   Di 29'ê Çileyê de di navbera hêzên QSD'ê û hikûmetta Demkî a Şamê de peymanek hat îzmekirin. Li gorî peymanê agirbest, rewşa ewlehiyê, vekirina rê û dergehên fermî her wiha vegera koçberan li cih û warên wan û li ser gekek xalên din lihevkirinek çêbû.  Peymana 29'ê Çileyê wekî yek ji girîngtirîn hewldanên siyasî yên pîştî şerê Sûriyeyê tê dîtin ku dikarê rê li ber çareseriya siyasî û ewlehiya welat veke.   Endama Komîteya bicîhanîna Peymana 29'ê Çileyê Jiyan Hesen li ser rewşa peymanê ji ajansa me re axivî.   'Peymana 29'ê Çile di rewşeke zahmet û xeter de hat kirin'   Jiyan Hesen, di destpêka axaftina xwe de pêwistiya peymana 29'ê Çileyê nirxand û got: " Herêma me di rewşeke cuda re derbas dibû, di navde Sûriye û Rojhilata Navîn gelek guhertin çêbûn. Êrîş li ser Sûriyeyê hebûn ji ber wê jî ew peyman hat çêkirin. Taybetmendiyên wê peymanê hebûn. Di wê peymanê de qedera gelê Kurd hebû. Gelê Kurd di 14 salên şoreşşê de berdelên mezin dan. Ji bo gelê Kurd destkeftiyên xwe biparêze û bigihêje mafên xwe peyman hat çêkirin. Ji bo ku gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigre peyman hat çêkirin. Di nava 14 salên şoreşê de gelê Kurd bi projeya xwe li ser linga ma. Bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku hemû gel di nava xwe de dihewandin bi derfetên xwe 14 salan têkoşîn kir. Rewşa niha ku Sûriye tê re derbas bû, komkujî li ser Siweda, Sahil û li Helebê çêbûn û bi taybet li ser gelê Kurd êrîşên dijwar ku çêbûn pêwîst bû ku bên rawestandin. Şert û mercên heyî peymanek wiha ferz kir.  Peymana 29'ê Çileyê di rewşekî gelek zahmet û xeter de hat çêkirin.   'Em hewl didin ku pêvajo neyê xitimandin'   Jiyan Hesen, ji bo pêkanîna bendên peymanê ku tên pêkanîn jî wiha anî ziman : "Xebatên pêkanîna peymanê gelek giran tên meşandin. Ne gelekî baş ne jî gelekî xirap tên meşandin. Lê pêvajo hêdî derbas dibe, pêvajo ne xetimiye lê hêdî dimeşe.   Astengiyeke ku pêşiya peymanê bixetimîne nîne. Hemû hewldanên me ew in ku pêvajo neyê xetimandin û wê peymanê pêk bînin. Hin xalên wê peymanê pêk hatine û hinek jî jî hatine pêkanîn. Raste  pek anîna peymanê dest pê kiriye lê wê kengî bi dawî bibe ne diyar e."   'Wê li Sûriyeyê di dibistana dîroka Kurdan bê dayîn'   Jiyan Hesen, derbarê peymana 29'ê Çileyê de ew agahî parve kirin: "  23 Wezaret hene, li Bajarê Hesekê avakirin beşa tenduristiyê û perwerdeyê bi dawî buye, beşa Aborî û Ziraetê ber bi dawî bûyînê ve diçe. 4 mudîriyetên me yên fermî cihê xwe di pergala hikûmeta Sûriyeyê de digirin. Xala herî gîrîng jî mijara perwerdeyê ye, mijara perwerdeyê me bi şoreşa ziman bi ser xist. Wê 2 salan mufredatê perwerdê yên Rêveberiya Xweser bên dîtin. Ji ber ku hîn mufredata Sûriyeyê ne diyar e ku derket daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî jî tê de cih bigire.  Li herêma Kurdan mufredata perwerdeyê wê bi zimanê Kurdî be û hemû perwerde bi Kurdî bê dayîn. Lê hîn li ser wê nîqaş hene û nîqaş bi dawî nebûne. Di mijara perwerdeyê de li gorî xala ku hatiye qebulkirin wê li hemû Sûriyeyê di dibistanan  dersa dîroka Kurdan jî bê dîtin.  Daxwaza me ya esasî divê li hemû herêmên me mufredata perwerdeyê bibe bi zimanê Kurdî. Em dixwazin ku her neteweyek bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibînine. Wê dîplomayên şagirtan jî bên qebûlkirin. Hewldanên me hene ku em zanîngeha Rojava ya Kobanê û yên Çand û Hûnerê jî bibin fermî. Ew xebat berdewam dike, gavên ku hatine avêtin û yên ku divê bên avêtin dewam dikin. Têkoşîna me ya ji bo ziman wê dewam bike."   'Di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de girêdayî jinan tiştek nîne'   Jiyan Hesen derbarê mijara jinan de jî da zanîn ku di pergala Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de derbarê jin de tiştek nîne û wiha anî ziman: " Di Pergala Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de girêdayî jinan tiştek nîne,  ne muduriyetek ne jî wezaretek bi navê jinan nîne. Dibistanek jinan hebû ew jî dîrek girêdayî hikûmetê bû, lê wê xebatên wê dibistanê jî dan sekinandin. Jin li hemû cihên Sûriyeyê têkoşîna xwe dewam dikin. Divê di qanûn û desturê de mafê jinan hebe. Çawa ku jin di Şoreşa Rojava de bû pêşeng niha jî jinên Kurd ji bo di warê qanûnî û siyasî de mafê jinan hebê ji têkoşînê re pêşengtiyê dikin.  Me wekî Rêveberiya Bajarê Hesekê gelek hewl da ku jin cihê xwe di nava xebatan de bigrin. Di pergala me de hevserokatî heye û rêjeya jinan ji ya mêran zêdetir e, jin pêşengê wê civakê ne. Di hikûmetê de li cihê biryaran jin nîne. Hikûmet dibêje jin di her cihî de dikare kar bike, lê di cihê biryar girtinê de nayê qebûlkirin. Ji ber wê ew girêdayî têkoşîna jinên Sûriyeyê ye. Em wekî jinên Kurd tecrubeyek me ya bi salan heye. ÎdeolojiyekE ku em li ser meşiyan e heye ji ber wê pergalekE ku em li ser têkoşînê dikin heye. Em bi hemû wezaretên ku hene re ketin pêwendiyê û me got ku divê jin jî di nava xebatan de cihê xwe bigre. Wekî hemû saziyên jinan ku wê tevlî hikûmeta Sûriyeyê bibin, me got ku divê heyeta jinan jî cihê xwe di nava resmiyetê de bigre. "   'Di nava beşa Wezareta Kar û Barên Civakî de wê komîteyek jinan hebe'   Jiyan Hesekê, diyar kir ku wê di nava beşa Wezareta Kar û Barên Civakî de komîteyek jinan hebe û wiha berfirehiya wê anî ziman: " Di beşa Wezareta Kar û Barên Civakî de Desteya Malbat û serjimêriyê heye di hundirê wê de komîteya jinan heye.  Di rewşa heyî de niha tenê ew heye, me xwest ku em ji cihekî destpê bikin. Ew desteyek serbixwe ye lê girêdayî Wezareta Kar û Barên Civakî ye. Me li Şamê hevdîtinek kir wekî heyeta jinan me pêşniyarên xwe pêşkeşî wan kirin. Wan jî pêşniyarên me qebûl kirin û dan diyarkirin ku wê ew ji bo hemû Bajarên Sûriyeyê bibe modelek nû. Wê di rojên pêşiya me de ew komîteya jinan bê vekirin. Ew deste gelek beşên wê yê berfireh hene. Me daxwaz kir ku di Desteya Malbat û serjimêriyê de navê jinan lê zêde bibe wan ew qebûl kirin. Me daxwaz kir ku wezaretek jina ya serbixwe hebe, di parlementoyê de cihê me hebe, mafê jinan di qanûnan de bê parastin û di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigre. Me da zanîn ku em ê bi hev re têkoşînê bidin. "   'Em wekî ekîba pekanîna peymanê dixwazin ku astengiyê heyî ji holê rakin"   Jiyan Hesen anî ziman ku wekî  Komîteya Bicihanîna Peymana 29'ê Çileyê ew dixwazin ku  peymanê bighînin ecnamê û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Em  wekî ekîba pekanîna peymanê dixwazin ku astengiyên heyî ji holê rakin û wê peymanê bi hemû bendên wê  bidin qebûlkirin. Ji bo aramî û îstiqrara herêma me çi bê xwestin em hazirin bikin. Ji bo jiyaneke aram wê têkoşîn bidome, emê têkoşîna entegrasyona Demokratîk bikin. Niha em nikarin bêjin ku em entegrasyona demokratîk pêk tînin.  Di halê hazir de ew peymana 29'ê çileyê ye. Em ê têkoşîna demokrasiyê bidin. Li gorî derfet û şert û mercên heyî cuda şansekî me yê din tûne ye. Qirîzên pir mezin hene, wêraniyek pir mezin heye, ya ji wê rewşê re bibe bersiv entegrasyona demokratîk e.  Em ji entegrasyona demokratîk bawer dikin û ji bo wê jî têkoşîna wê dikin. Em ê têkoşîna xwe ji bo hemû Sûriyeyê bidimînin."