Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê 2026-05-29 15:42:56   ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, di 46emîn salvegera Komkujiya Çorumê de banga rûbirûbûna bi raboriyê re kirin. Hevserokan destnîşan kirin ku aştiyeke civakî ya mayînde tenê bi derxistina heqîqetê û pêkanîna edaletê pêkan e.   Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, bi boneya 46emîn salvegera Komkujiya Çorumê ku li dijî civaka Elewî pêk hatibû, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyên nivîskî belav kirin û banga rûbirûbûna bi raboriyê re kirin.   'Bîra tarî zindî ye'   Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari di peyama xwe de bal kişand ser tarîtiya dewletê û ev tişt anî ziman: “Komkujiya Çorumê, bîra vî welatî ya di tarîtiyê de hatiye hiştin e. Birîneke mezin e ku êşa wê kêm nebûye, edaleta wê pêk nehatiye û hîn jî bi heqîqeta wê re rûbirûbûn çênebûye. Ev bîra tarî ya ku ji Çorumê heta Mereş, ji Sêwasê heta Gaziyê dirêj dibe, hîn jî zindî ye.”   ‘Em dê têkoşînê bidomînin’   Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Li hemberî nefreta li dijî Elewiyan, înkar û pergala bêcezahiştinê; em ê bîra xwe zindî bigirin û em ê tu carî dev ji lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. Ez canên me yên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Li ser bingeha welatîbûna wekhev; bi baweriya xwe, bi nasnameya xwe û cudahiyên xwe, em ê jiyana hevpar a ku em ê bi hev re û di nava azadiyê de bijîn, bi hev re ava bikin.”   'Aştî bi rûbirûbûnê pêk tê'   Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî bal kişand ser qetilkirina bi dehan welatiyên Elewî û bi bîr xist ku ev komkujî encama xerabiyeke rêxistinkirî ye. Peyama Bakirhan wiha ye: “Bi sedan kes birîndar bûn; di bîra me ya civakî de birînên kûr û nayên pêçan vebûn. Komkujiya Çorumê encameke tal a polîtîkayên tarî, zimanê nefretê û xerabiya rêxistinkirî ku armanc dikir gelan, baweriyan û nasnameyan bera hev bide û wan bike dijminên hev, bû. Tevî ku ewqas sal derbas bûne jî, derneketa holê ya berpirsên rastîn bi hemû aliyên xwe ve û domandina zîhniyeta bêcezahiştinê êşan zindî digire.”   ‘Çareserî bi aştiyek mayînde pêkan e’   Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku rêya çareseriyê di rûbirûbûnek samîmî de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xurtbûna Tirkiyeyê ya wekî dewleteke hiqûqê ya demokratîk; tenê bi avakirina aştiyeke civakî ya mayînde pêkan e. Riya vê jî ew e ku gel, bawerî û nasname di nava wekhevî, azadî û ewlehiyê de bijîn. Rûbirûbûneke jidil û wêrek a bi raboriyê re, derxistina holê ya heqîqetê û pêkanîna edaleta bêkêmasî pêwest e.”   ‘Em canên xwe bi rêzdarî bîrtînin’   Li ser mijarê Tuncer Bakirhan xwest ku gavên pêwist bên avêtin û wiha pêde çû: “Em canên xwe yên ku me li Çorumê winda kirine bi rêzdarî, hesret û rehmet bi bîr tînin; em careke din kesên ku ev komkujiya organîzekirî pêk anîne, kesên fermana wê dane û zîhniyeta tarî lanet dikin. Em ê têkoşîna xwe ya heqîqet, edalet, welatîbûna wekhev û jiyana hevpar bi biryardarî mezin bikin.”