4 zarok di çemê Firatê de xeniqîn 2026-05-27 19:28:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê 4 zarok di çemê Firatê de xeniqîn. Cenazeyên 2 zarokan hatin derxistin û lêgerîna li cenazayên zarokên din jî dewam dike.   Li gorî agahiyan zarokên bi navê Emar El Elî, Ebûd Ebduselam û Umer Ebduselam ên ji bajarokê Sîbêxanê yê Dêrazorê dema ku avjenî di çemê Firatê de dikir, xeniqîn.   Hate zanîn ku şêniyan 2 cenaze derxistine, lê lêgerîna li cenazeyê zarokekî din dewam dike.   Çavkaniyên xwecih ji bajarokê Eşrayê ragihand ku zarokê bi navê Nasir El Cuma jî di çem de xeniqiye û lêgerîna li cenazeyê wî dewam dike.