Ji xwendekarên Zanîngeha Şîrazê berteka li hember profesoran 2026-05-25 13:51:46   NAVENDA NÛÇEYAN -Piştî ku komek profesorên zanîngehan beşdarî greva dawî bûn, xwendekaran nameyek şandin û diyar kirin ku ji ber berjewendiyên profesroran di xeterê de ne ji lewra behsa serxwebûna zanîngehê û ehlaqê dikin.   Komek xwendekarên Zanîngeha Şîrazê, nameyek bi gotinên tund weşandin û profesorên xwepêşander bi tundî rexne kirin. Hejmarek profesorên Zanîngeha Şîrazê, li dijî xirabûna şert û mercên jiyana xwe û kêmkirina budçeyên ji bo xwendina bilind hatine veqetandin, dest bi grevek kiribûn. Ji bo grevê, pêlek hêrsa xwendekaran li kampusê derket pêş. Xwendekaran profesorên di grevê de, bi “bêdengmayîna di kêliya ku mirov dihatin kuştin” û bi “durûtiya pîşeyî” tawanbar kirin.   ‘Revek ji berpirsyariya dîrokî’   Di vê nameya ku bi zimanekî tund hatiye weşandin de, xwendekaran ji profesoran re gotin ku xwepêşandana wan a îro ne nîşaneya “hişyarbûna wijdanê” ye, hewldanek ji bo “reva ji berpirsyariya dîrokî” ye. Nivîskarên nameyê tekez kirin ku di salên berê de, profesorên zanîngehê li hember tepeserkirina xwepêşandêran, kuştina welatiyan û pevçûnên hêzên ewlehiyê yên bi xwendekaran re, bêdeng mabûn.   Rexneya li bêdengiya profesoran a li hember zextê   Xwendekaran di beşek ji nameyê de wiha got: “Dema ku mafên mirovan û sivîlan ên herî eşkere yên gel dihatin binpêkirin, tu kesî ji we dengê xwe ji dîwarên zanîngehê bilind nekir. Xwepêşandanên seranserî û pevçûnên ewlehiyê yên bi xwepêşanderan re didomîne, gelek profesor tercîh kirin ku di “rojên xwînî” de bêdeng bimînin da ku karên xwe û ewlehiya xwe ya pîşeyî winda nekin û biparêzin.”   Her wiha nivîskar profesoran tawanbar dikin ku di dema xwepêşandanên xwendekaran de, li şûna ku piştgiriyê bidin xwendekaran, li kêleka avahiyên dîsîplînî û ewlehiyê mane. Profesoran ji bo xwendekarên xwepêşandêr nelirêtî tomar kirine, wan sewqî komîteyên dîsîplînê kirine û li ser sekinandin û girtina xwendekaran bêdeng mane.   ‘Ji bo debara jiyanê grev bikin’   Xwendekarên Zanîngeha Şîrazê di berdewama nameyê de nerazîbûna sendîkaya profesoran wekî encamek fikarên darayî binav kirin û wiha berdewam kirin: “Heta ku sifreya we fireh bû, zordariya li ser gel û tepeserkirina xwendekaran zirar neda rûmet û şerefa we; lê niha ku budce û berjewendiyên we yên darayî di xetereyê de ne, hûn behsa serxwebûna zanîngehê û ehlaqê dikin. Profesorên ku li gorî nivîskaran di qonaxên dîrokî de bêdeng mane, niha ne mafdar in ku li ser ehlaq, hiqûq û mîsyona rewşenbîran biaxivin.”   Xwendekaran greva dawî jî wekî “tundiya şirketan” bi nav kirin û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin ku nav û hebûna xwendekaran ji bo pêşvebirina daxwazên darayî û sendîkayî were bikaranîn.   Di navbera saziyên zanîngehê de valatiyeke kûr heye   Weşandina vê nameyê bandorek berfireh li ser hawîrdora zanîngehê û torên civakî kiriye. Name bû sedem ku careke din valahiya kûr a di navbera beşek ji xwendekarên zanîngehê û hin endamên fakulteyê de, eşkere bibe.   Di salên dawî de, zanîngehên Îranê bûne qada xwepêşandanên xwendekaran, pevçûnên ewlehiyê, dûrxistin û girtinan. Di heman demê de, hin xwendekarên rexnegir bawer dikin ku hejmareke mezin ji profesorên zanîngehê li hember zextên siyasî û ewlehiyê bêdeng mane an jî helwesteke kevneperest girtine.   Greva dawî ya profesorên Zanîngeha Şîrazê jî, di rewşekê de pêk hat ku pirsgirêkên aborî, budçeyên zanîngehê yên kêmkirî û kêmbûna asta jiyanê ya endamên fakulteyê bûne yek ji pirsgirêkên sereke yên ku perwerdehiya bilind li Îranê pê re rû bi rû bimînin.