Meşa 'Gavek ji bo aştiyê' 2026-05-16 19:02:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber DEM Partî, bi awayekî hemwext li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” meşan li dar dixe.     Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de ji bo gavavetina dewletê û çêkirina qanûnan meşa “Gavek ji bo aştiye” li dar dixe.   Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayekî hemwext gel daxwezên xwe ya naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber tînin ziman.