Ji bo meşa 'Gavek Ji Bo Aştiyê' bang 2026-05-14 12:50:16     AMED - Li gelek deverên Amedê welatî ji bo meşa "Gavek ji bo Aştiyê" ya ku dê di 16'ê Gulanê de bê lidarxistin, hatin vexwendin.   Rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyên xwe ji bo meşa "Gavek ji bo Aştiyê" didomînin ku dê di 16'ê Gulanê de bi awayekî hevwext li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bê lidarxistin.   Di çarçoveya van amadekariyan de, bi beşdariya parlamenter û hevşaredaran, ji welatiyên li hemû navçeyên Amedê hat xwestin ku beşdarî meşê bibin.   Meş dê di 16'ê Gulanê de saet di 19:00'an de li Amedê pêk bê. Meş dê ji jêra girtîgeha li Rezanê heya ber bi Ofîs AZC Plazayê bidome.u