Kongra Star: Em ê ji bo zimanê Kurdî heta kêliya dawiyê li berxwe bidin 2026-05-12 13:27:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li Kobanê bi boneya 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê "bi têkoşîna jinan maf û zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.”   Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Cejna Zimanê Kurdî de Kongra Star li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê seroka Desteya Jinan a bajarê Kobanê Macîde Hesûn ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de 15`ê Gulanê li gelê Kurd hat pîrozkirin û hat gotin: "Di dîrokê de gelê Kurd rastî qirkirin û tunekirinê dihat. Mafê gelê Kurd ê ku bi kurdî biaxive tune bû.”   Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Tu carî em qebûl nakin careke din zimanê kurdî were tunekirin. Bi hezaran keç û xort şehîd bûn ji bo ku em bikarin bi zimanê xwe, çanda xwe bijîn.”   Kongra Star di daxuyaniyê de diyar ku “em ê li ber xwe bidin heta kêliya dawiyê ku zimanê xwe yê kurdî di destûra Sûriyeyê de bi cih bikin.”   Çalakî bi dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.