Li Navenda Jiyana Bêgluten piştgiriya ji bo jiyaneke baş 2026-05-08 12:15:34   AMED - Şaredariya Peyasê, bi boneya 9’ê Gulanê Roja Agahdariya Çolyakê, bi dirûşma “Em bi Hevkariyê li ba Hev bin” çalakiyekê li dar dixe.   Ev bername dê li Navenda Jiyana Bêgluten a di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dike birêve biçe. Di çalakiyê de dê li ser nexweşiya çolyakê û rêbazên parêziyê danişînên agahdarkirinê werin kirin. Her wiha dê bi muzîk, şahî û çalakiyên surprîz demeke xweş derbas bibe.   Agahiyên Çalakiyê:   •Dîrok: 9’ê Gulanê, Roja Şemiyê •Saet: 12:00 – 14:00 •Cih: Navenda Jiyana Bêgluten