‘Ez ê bi têkoşîna xwe bi ser bikevim’ 2026-04-27 09:05:22   Rozerîn Gultekîn   WAN - Endama SES’ê Fatma Arslan ya bi KHK’ê hat îxrackirin, da zanîn ku kedkarên tenduristiyê bi mobîng û tacîzê hatine dorpêçkirin û got jinên hatin îxraçkirin di têkoşîna sendîkal û rêxistinî de rola pêşeng dilîzin.   Jinên xwe amade dikin di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de dakevin qadan, ne tenê bi daxwazên xebateke adîlane, ewle, di heman demê de ji bo naskirina keda wan û mezinkirina têkoşîna jiyaneke wekhev jî dengê xwe bilind dikin.     Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Fatma Arslan, li ser binpêkirinên mafan, pirsgirêk û riyên çareseriya pirsgirêkan a di qada tenduristiyê de axivî.   Bi KHK’ê rêbaza cezakirinê   Fatma Aslan da zanîn ku piştî sala 2015’an mirov hedef hatine girtin û bi KHK’yan hatine cezakirin û got: “Bi biryarnameyên hukma qanûnê re bi sedan kes hatin îxrackirin. Ez jî yek ji van kesan im. Di 2017’an de hatim îxrackirin. Bi hevjînê xwe re hatim îxrackirin. Zarokên me hebûn. Jiyanek me hebû. Lê em hedef hatin girtin. Em bi nanê me terbiye kirin. Me têkoşîna xwe berdewam kir.”   ‘Hedefgirtin ne tesaduf e’   Fatma Aslan daxuyakirin ku dema hatiye îxrackirin hevseroka şaxa SES'ê ya Wanê bûye û wiha bi lêv kir: “Yên fêm kirin ku nikarin pêşî li têkoşîna me bigirin em îxrac kirin. Hedefgirtina jinên têkoşînê dimeşîne ne tesaduf e. Bi armanca jinan hepsê malê bikin vê dikin. Wê demê piranî jinên hatin îxrackirin di têkoşîna rêxistinkî û sendîkal de pêşeng bûn. Lê vê bi me serî netewand. Berovajî vê têkoşîna me mezintir kir. Piştî îxracê di pêvajoya hiqûqî de jî em mijul kirin. Komîsyona OHAL’ê hat avakirin. Bi salan dosyayên me hatin sekinandin. 5 salan şûnde red hat. Dosya min çû Daniştayê, hîna jî dipêm. Lê bi têkoşîna xwe ez ê bi ser bikevim.”   ‘Bi îxracê pêvajoya aborî’   Fatma Aslan diyar kir ku piştî îxracê pirsgirêkên aborî jiyane, ji bo debara xwe bikin di karên cuda de xebitîne û wiha bi lêv kir: “Ez di kafeyan de, di salonên sporê de xebitîm. Piştre min ji xwe re kargerî vekir û min 7 salan karê xwe kir. Hevjînê min li kolanê garis firot. Niha em jiyana xwe didomînin. Lê demên ewil pir zehmet bû. Dema em îxrac bûn pêşeroja zarokan bi bandor bû. Kar tunebû. Ez teqawît bûm û di zemîna sendîkal de dixebitim. Keda jinê bi salan e ji aliyê pergala serdest a kapîtalîst ve tê tunekirin. Keda jinan tê tunekirin.”   Fatma Arslan balkişand ser zor û zehmetiyên di qada xizmeta tenduristiyê de û got: “Di qada tenduristiyê de jin zêde tên xebitîn, di astên rêveberiyê de zêde nayên dîtin. Jinan zêdetir didin ser keda lênerînê. Di pozîsyonên rêveberiyê de piranî mêr hene. Ev pirsgirêk didome. Li aliyê din jî mobîng, tacîz û tundî heye. Em nêrîna serdest ya mêr li qadê pir baş hîs dikin. Riya çareseriya pirsgisrêkan rêxistinbûn e. Divê em di her alî de xwe li dijî prisgirêkan rêxistin bikin. Divê girîngiya rêxistibûnê ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve bên zanîn. Wê têkoşîna me bidome.”   Wê di 1’ê Gulên de ji bo aştiyê deng bê bilindkirin   Fatma Arslan der barê pêşwazîkirina 1’ê Gulê de jî wiha got: “Her aliyê civakê kedkar e û teşe dide jiyanê. Ji ber vê jî wateya 1’ê Gulanê hîn watedar dibe. Em ê bi hev re bi gelê xwe re bi dengekî bilind aştiyê bînin ziman. Em ê daxwaza jiyaneke azad û wekhev bînin ziman. Di vî alî de em her kesî dipên qadên 1’ê Gulanê.”