Jin Kurd Salma piştî 40 salan hestiyên kurê xwe ji rejîma Îranê girtin 2026-04-23 16:20:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Kurd Salmayê, piştî 40 salan hestiyên kurê xwe ji rejîma Îranê stand, hestiyên kurê xwe kir tac û danî serê xwe.    Jina Kurd a bi navê Salma ku kurê wê 40 sal berê ji hêla rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, piştî têkoşîna 40 salan karî hestiyên kurê xwe ji rejîmê bistîne. Dayika Salma ku piştî bi salan hestiyên kurê xwe çendek roj berê stand, kiloxê kurê xwe, weke bersiveke êş, bendewarî û redkirina edaletê ya salên dirêj, kir tac û danî serê xwe.    Aktivîst Dîlan Azîzmoradî serpêhatiya Salmayê parve kir û got: “Çîroka Salma ne tenê çîroka dayikekê ye; ev dîmen, nîşaneya polîtîkayên zext û înkarkirina nasnameyê ya bi dehan sala ye didome. Polîtîkayên ji salên ewil ên Komara Îslamî heta niha li şûna mafên gelê Kurd bên naskirin, bi rêya tevdîrên ewlehiyê, girtin, înfaz û tunekirinan tê domandin in ku gelek malbat di girtîgeh û goristanan de mehkûm kiriye. Dibêjî qey di mantiqa van polîtîkayan de jiyaneke bi nasnameya Kurdî veguheriye sûcekî nenivîskî.    Pêşmerge, li hemberî nêzikatiyeke bi vî rengî, ne tenê hêzeke leşkerî ya hafizeya kolektîf a Kurdistanê ye, her wiha veguheriye sembola parastina nasname, ziman, ax û rûmeta mirovahiyê. Pêşmerge, taca serê Kurdistanê ye. Pêşmerge, ji bo gelek mirovên li Kurdistanê dijîn, bersiva înkarkirina nasnameyê ya bi salan didome, cihêkarî û bêparhiştina ji mafên siyasî ye. Bersiveke ji êşên dîrokî yên neteweyekê teşegirtî ye. Polîtîkayên Komara Îslamî ya li hemberî Kudistanê, bi dehan salan xwe dispêre bêewlehî, navendperestî û înkarkirina curbicuriya etnîkî û çandî. Polîtîkayeke li şûna qebûlkirina mafên çandî, zimanî û siyasî yên gelê Kurd, yên nasnameya Kurdî marjînal dikin û hewl dide daxwazên wan bêdeng bike. Lêbelê tecrûbeya dîrokî nîşan daye ku tu zext nikarin nasnameya neteweyî bi rêya zextê tune bike û daxwazên neteweyekê heta hetayê nayên paşguhkirin.    Lewma, Pêşmerge di bîra kolektîf a Kurditstanê de ne tenê nasnavek e; sembola berxwedana li dijî polîtîkayên înkar û bêedaletiyê ye. Taca li serê Kurdistanê hatiye kirin ne ji zêr hatiye çêkirin; ev, ji êşên dayikên mîna Salmayê hatiye çêkirin ku ji bo parastina nasname û rûmeta xwe bi sala ye bedelê didin. Çîroka Dayê Salmayê ne tenê çîroka dayikekê ye; çîroke naneteweyekê ye ku bi dehan sala ye ji bo nasname, ziman û mafên xwe têdikoşe. Kurdistan, îro ji her demê bêhtir bi bîr dixe ku tu hikûmetek nikare bi înkarkirina nasnameya neteweyekê heta hetayê bêdeng bike.”