Meclîsa Îştar qetlîamên tên kirin şermezar kir 2026-04-21 13:06:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar, êrişên dawî yên li ser jin û zarokan ên li Bakurê Kurdistanê pêk hatin şermezar kir û got: "Ev encama şerê tarî yê bi dehan salan ê li diji Kurdan hatiye meşandine. Van qatilên kastîk xwe di bin navê dewlet û welat de veşartine û êdî ji vê pêve cihekî xwe lê veşêrin nemaye."   Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmû), qetilkirinê jina ên ku sucdar bê darizandin dimînin û qetilkirina zarokan ya li dibistanên Bakurê Kurdistanê hatîn pêkanîn bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi qedeyek rêzgirtin ji bo giştî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Meclîsa Îşrar Havîn Bilge daxuyanî xwend.   Daxuyanî wiha ye:   “Ji bo jiyanek azad û demokratîk gava destpêkê parastin mafê jiyanê ye. Mafê jiyanê jî bê cudabûna jin û zelam, zarok û mezin, Kurd û Tirk divê bê pêkanîn. Tevî mafê jiyanê gerdûniye û dewlet bi xwe jî jê berpirsyare, di bûyerê herî dawî de derket pêş ku rewşa heyî berovajî vê ye. Rewşa doza Gulîsta Doku, şêwazê kuştina Narîn Guran, Rojîn Kabayîş û her wiha bûyerên herî dawî yên li dibistan hatîn pêkanîn de xeteriya li ser jiyana jinê xwe nîşanê me daye. Pergala dewleta Tirkiyê ya desthilatdar ji van encaman berpirsyare. Hikûmet kuştina jinan û tûndiya di nava civakê de asayî dike. Di vê demê dawî de destên ku dixwazin aloziyên di navbera Kurd û Tirkan de kûrtir bike li ser karin.   Her wiha di derbarê Rojîn Kabayîş de jî tevî sal û nîvekê hîn jî encamên pêwîst nehatine bidestxistin. Rewşên bi vî awayî baweriya li hemberî dewletê lewaz dixe û pûçbûna nava wê nîşan dide. Zilamên qatil û şirikên wan ên di pileyên bilind ên dewletê de bicihbûyî, her cure pêkanînê ji bo xwe asayî dibînîn. Xwe xwedî wî mafi dibînîn ku jinê bikûjin. Bi qasî dijminahiya li hemberî tevahi jinan, bi taybet pêkanînên bi vi rengi yên li Kurdistanê, bêhtir balkêşin. Ev encama şerê tarî yê bi dehan salan ê li diji Kurdan hatiye meşandine. Van qatilên kastîk xwe di bin navê dewlet û welat de veşartine û êdî ji vê pêve cihekî xwe lê veşêrin nemaye.   Weke civak û jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku gund û malên me hatine şewitandin, bi tirsa kûştinê ji warê xwe bi zorê hatine penaber kirin, em van hêzên tarî, qatilên Gulîstan û Rojînan pir baş nasdikin. Lewma em van bûyeran pir bi baldarî dişopînîn û rewşa pêvajoyê dinirxînîn.   Ji milekî ve qatil û tecawuzkar li derve digerin, ji milekî ve jî nûnerên siyasî, bijarteyên civakê di zindanan de ne. Qanûn ji bo azadî û demokrasîxwazan cezayan dibarîne, ji bo rizî û qatilan jî rêyên revê xweş dike. Lewma divê dem beriya demê, adaleteke rasteqîn pêk bê û dewlet bi xwe xwedi li hiqûq û zagonên xwe derbikeve.’’   Bi pêvajoya bangawaziya Aşîtî û Civaka Demokratîk a di pêşengiya Rêber Apo de hatiye destpêkirin, derfetên hesab xwestin û pêşî girtina van buyeran zêdetir kiriye. Daxwaza civakê jî ev e.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.