TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand 2026-04-13 13:36:38   NAVENDA NÛÇEYAN - TTJK-E'yê diyar kir ku ew ji ber wefata dayika Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz xemgîn bûne.   Dayika yek ji kadroyên damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz îro (13’ê Nîsanê) jiyana xwe ji dest da. Sakîne Cansiz 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hate qetilkirin.   TJK-E’yê di daxuyaniya nivîskî de got, “Me bi êşeke mezin û xemgîniyeke kûr, zanî ku Dayê Zeynep wefat kir.”   Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin: “Şahida Komkujiya Dersimê Dayê Zeynep tevî êşên di tevahiya temenê xwe de jî, bi serbilindî li ser piyan maye; ti carî dest ji nasname, ziman û çanda xwe bernedaye û rûmet, sebir û ruhê berxwedanê yê gelê Kurd bi halê herî xurt temsîl kiriye.   Bi dilê dayikekê tevî hemû windahiyan, rondikên xwe yên çavan veguherand berxwedanê, êşa xwe veguherand têkoşînê; li dijî zilma li hemberî gelê wê bêdeng nema, bawerî û sekna xwe heya nefesa xwe ya dawî parast.   Weke dayika Sakîne Cansiz jî tenê zarokek mezin nekiriye, mîrateyeke berxwedanê mezin kiriye; di şexsê wê de dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna azadî û rûmetê di her şert û mercî de domandiye.   Em ê Dayê Zeynep bi berxwedan, zanist, dilê wê û şopên ku hiştiye, bi bîr bînin.   Di serî de malbata wê, em ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”