Şerê li Rojhilata Navîn di roja 39'an de ye 2026-04-07 14:14:08   NAVENDA NÛÇEYAN -Şerê Îsraîl-Amarîka û Îranê ket roja 39'emîn. Her ku diçe şer berfirehtir dibe. Di nava 39 rojan de Îran û komên girêdayî wê, bi dron û moşekan 684 êriş li ser Herêma Kurdistanê pêk anîn. Di encama van êrişan de 16 kes hatin û 95 kes jî birîndar bûn.   Li gor daxuyaniyên rayedar û şahidan, şeva borî di saetên derengî de bi 3 dronan ve êrişî Hewlêrê hat kirin. 2 ji wan li çoltera vala ketin. Drona sêyem jî li mala welatiyeke li gundê Zergezewî yê devera Ziraretî, ket û di encamê de bi navê Musa Enwer Resûl û hevjîna wê Mijde Eshed Hesen jiyana xwe ji dest dan. Musa pêşmerge bû û du zarokên wan hebûn.   Agahiyên 24 saetên borî   Li gorî agahiyên nûçeya ajansa Rojnewsê di nava 24 saetên borî de li Herêma Kurdistanê 19 caran bi dronan êriş pêk hatin. 18 êriş li ser Hewlêr û navçeya Koye çêbûn, êrişek jî li ser baregehek leşkerî ya li bajaroka Çarqurne ya ser bi Ranyayê pêk hat.   Bi giştî 684 êrîş pêk hatin   Ji şerê 28ê Sibata 2026'an ê Îsraîl-Amarîka yê li dijî Îranê hatiye destpêkirin û heta îro, Îranê û komên çekdar yên girêdayî wê yên li Iraqê 684 caran bi dron û moşekan êrişî bajar û navçeyên cûda yên Herêma Kurdistanê kir.   Êrişên bi moşek û dronan   Ji 544 êrişên bi dron û moşekan li ser Hewlêrê, 112 êrişên bi dron û moşekan li Silêmaniyê, 25 êrişên bi dron û moşekan li Dihokê û 3 êrişên jî li parêzgeha Helebceyê pêk hatin.   Di nava 39 rojên borî yên şer de, ji ber êrişên bi dron û moşekan yên Îranê û komên girêdayî wê, 16 welatiyên ji Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û 95 kes jî birîndar bûn.   Êrişî sivîlan jî dikin   Di êrişên hatine kirin de 7 pêşmerge û karmendekî asayîşa balafirgeha Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 6 pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî jiyana xwe ji dest dan. Du kes din jî li sinorê parêzgeha Hewlêrê 2 kes jî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê û 2 kesên din jî li sinorê bajaroka Başîk ya li deşta Ninowayê di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane.   Ji bilî pêşmerge û welatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, di 12ê Adarê de jî li navçeya Mexmûrê di encama êrişa dronê de leşkerekî Fransî jiyana xwe ji dest da.