Di mîhrîcanê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin 2026-04-03 13:28:15   RIHA - Pîrozbahiyên Mîhrîcana Rojên Amara ya ji bo 77 saliya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin didomin. Di pîrozbahiyê de wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.   Komîteya Amadekar a Mîhrîncana Rojên Amara, bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li parqa 4ê Nîsanê ya li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê bernameya pîrozbahiya Rojbûna 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li darxist. Mîhrîcan ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Di dema rêzgirtinê de girsê bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşa xwend. Hezaran welatiyên tev li mîhrîcanê bûne bênavber dirûşmên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.   Piştî rêzgirtinê Komîteya Amadekar gel silav kir. Her wiha di çarçoveya pîrozbahiyan de komxebata zarokan hat û pêşengeha wêneyan hat pêkanîn. Komxebata zarokan û nîşandana wêneyên dê heta seat 20:30'an bidome.   Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di bernameya pîrozbahiyê de axivî. Ayşe Surucu gel silav kir, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahî gel pîroz kir û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir.   Piştî axaftina Ayşe Surucu hunermendê herêmî Servan Rihayî derket ser dikê û bi stranên xwe ve pîrozbahî geş kirin. Girseya kombûyî li ber stranan dirûşm berz kir û govend gerand.   Her wiha di mîhrîcanê de wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li ser “Bijî Serok Apo” dinivisî hat vêkirin.   Mîhrîcan bi stranên Servan Rihayî didome.