TJA'yê bernameya 4'ê Nîsanê eşkere kir 2026-03-31 11:16:31   AMED - TJA'yê têkildarî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya "Dema jinan dema azadî û hevdîtina bi rêberekî azad re ye", bernameyên xwe yên 4'ê Nîsanê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qesra Cemîlpaşa ya li Amedê bi raya giştî re parve kir.    Pankarta "Niha dema azadiya Rêber Apo ye","Niha dema jinê ye" hatin daliqandin.    Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DBP'ê Rûçem Vefa Elyakût ve hat xwendin.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Niha dema jinan, dema azadiyê û dema hevdîtina bi Rêbertiya azad re ye.    Ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Amarayê heta Îmraliyê ji bo hesreta civaka demokratîk a gelan li Îmraliyê têkoşîna azadiyê veguherand avakirina civaka azad û demokratîk, êdî dema azadiyê ye!   Em wek jin bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe ya azadiya jinan didomînin û ev têkoşîna ku bi salan e tê meşandin, veguherî dîrokeke destanî. Li dijî sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêran ku sêhra xwe winda dike û hebûna jinan bi mêtingeriya li ser ked û bedenê dibe wek amûr û li hemberî vê ferasetê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi analîz û xeta îdeolojîk-polîtîk bê guman ne tenê rêyeke nû vedike, di heman demê de vê rêyê ronî dike.   Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi gotina “Tevgera azadiya civakî ku ger di navenda wê de azadiya jinan nebe, nikare bibe şoreşeke rasteqîn” rêya bidestxistina azadiya civakê nîşanî me dide.   Em jin jî dibêjin heta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad nebe, aştiyeke mayînde pêk nayê.   Em jin dibêjin; dixwazin gelan bixin nava şerekê. Ji bo pêşîlêgirtina şer pêwîst e pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyê were destpêkirin, têkiliyên Kurd û Tirkan ku ev du sed sal e li Rojhilata Navîn dibe sedema şer û krîzan, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad ji nû ve binirxînin û komareke demokratîk were avakirin ku tê de hebûna hemû nasnameyan, çand û baweriyên li Tirkiyeyê, bi taybetî Kurd, tên naskirin û azadiya wan bê mîsogerkirin.    Em jin dibêjin; dema azadiya Abdullah Ocalan ê rêberê gelan û rêberê modertnîteya demokratîk e û li Rojhilata Navîn ku cihê zayînên mezin, berxwedanên mezin û trajediyên nejibîr e, bi afirandina hêviyê û soza wekhevî, azadî û aştiyê dide gelan.   Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya gelê Kurd û misogerkirina jiyana wekhev û azad a gelên Rojhilata Navîn e. Weke TJA bi minasebeta 4'ê Nîsanê em dixwazin bi aşkera bibêjin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî şerê li herêmê bi dawî dibe. Em bang dikin ku ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û ji bo bidestxistina aştiyeke rasteqîn şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di zûtirîn demê de pêk werin.   Êdî dema hevdîtina bi Rêbertiya Azad re ye, êdî dema jinan e.     Bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê di 4'ê Nîsanê de li Rihayê û di 19'ê Nîsanê de jî li Gemlîkê bin.   Ji 1'ê Nîsanê heta Meşa Gemlîkê ya 19'ê Nîsanê, bi çalakiyên xwe û bi dirûşma “Niha dema jinan e û dema azadiya Rêber Apo ye” em ê li qadan bin.   Jin Jiyan Azadî.   Tevgera Jinên Azad (TJA)"