Li ser rêya Wan-Colemêrgê aşût ket 2026-03-28 18:18:47   WAN - Li ser rêya Wan-Colemêrgê aşût hate xwarê û hatin û çûna wesayîtan sekinî.   Li devera Bihûreka Guzeldereyê ya li ser rêya di navbera Wan- Colemêrgê de aşût hate xwarê. Ji ber aşûtê, hatin û çûna wesayîtan sekinî. Gelek wesayît di rê de man û xebatên vekirina rêyê didomin.