HRANA: Di rojekê de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan 2026-03-26 11:44:07   NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de di şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê yê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 9 welatî jiyana xwe ji dest dan û 18 welatî jî birîndar bûn.   Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Amerîkayê û Îranê ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.   HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 13 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 90 êriş hatin pêkanîn ku 23 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.   Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 18 welatî jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Esfehan, Hurmizgan, Tewrêz, Xorasanî Rezewî û Faris hatine pêkanîn.   Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoyên ne fermî, ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê heta duh ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 464 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 217 jê zarokin.