Li Zarokistana Perperike Pîrozbahiya Newrozê 2026-03-24 13:04:21   AMED - Zarokên kreş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperike, ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdeya pirzimanî dibînin, bi boneya 21’ê Adarê pîrozbahiyek li dar xistin û Newroz pîroz kirin.   Zarokên Perperikê bi vê cejnê re cil û bergên neteweyî û herêmî li xwe kirin, stran gotin, govend gerandin û bi çalakiyên cihêreng şahiyek geş lidar xistin.   Şahî bi beşdariya Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dündar, alîkarên hevşaredaran, gerînende û xebatkarên Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperikê dest pê kir. Hevşaredar kêfxweşiya xwe bi şahiya zarokan re parve kir û got:“Bi perwerdeya pirzimanî re em çand, huner û dab û nerîtên xwe bi zarokan didin nasîn û fêr dikin. Pîrozbahiya Newrozê jî yek ji van xebatan e ku di vî temenî de zarok xwe û çanda xwe zû nas dikin. Bi vê boneyê em Newrozê bi vê şahiya bedew cejna zarokan pîroz dikin.”   Şahî bi çalakiyên cihêreng bi dawî bû.