Li gelek bajaran Newroz tê pîrozkirin 2026-03-22 11:39:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Vê salê Newroz bi dirûşma "Newroza Yekitiya Demokratîk" li gelek bajaran tê lidarxistin.   Newroza ku vê salê bi dirûşma "Newroza Yekitiya Demokratîk" tê pîrozkirin îro jî li gelek bajaran bi girseyî tê pîrozkirin.   Îro li bajarên Wan, Mêrdîn, Riha, Çewlig, Êlih, Stenbol, Adana, Mêrsîn, Îzmîr û gelek bajarên din jî di nav de tê pîrozkirin.