Posterên pêşengên têkoşînê hatin vekirin 2026-03-21 15:03:58   AMED - Li Newroza Amedê ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan posterên gelek pêşengên têkoşîna azadiyê û lehengên berxwedanê jî hatin vekirin. Posterên Mazlum Dogan, Alî Riza Altun Rahşan Demîrel, Zekiya Alkan, Sema Yuce û gelek pêşengan li qadê hatin vekirin.   Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan û bi coşek mezin tê pîroz kirin. Li qadê gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Poster û wêneyên pêşeng û sazûmankarê têkoşîna azadiya Kurdistanê jî li her derên qabû bû. Wêneyên Mazlum Dogan û Riza Altun jî li qadê hatin vekirin û daliqandin. Her wiha pankartên wêneyên Rahşan Demîrel, Zekiya Alkan, Sema Yuce li ser jî li nava qadê hatin gerandin.