Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajaran hatin taloqkirin 2026-03-20 16:07:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya amadekar a Newrozê ragihand ku şahiyên Newrozê yên bajarê Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê taloq bûne û dê li van bajaran Newroz di 24’ê Adarê de bê pîrozkirin.   Komîteya amadekar a Newrozê ji bo şahiyên Newrozê yên li herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat xwendin. Endama komîteyê Şêrîn Dawûd daxuyanî xwend.   Komîteyê ragihand ku dê di 21’ê Adarê de li bajarên Dêrik, Amûdê û Girgê Legê yên herêma Cizîrê Newroz bê pîrozkirin.   Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê pîrozbahî taloq bûn, dê li wan bajaran Newroz 24’ê Adarê saet di 11.00’an de li cihên hatibûn diyarkirin bê pîrozkirin.