Bi cil û bergên Kurdî gel vexwendin Newrozê 2026-03-19 15:46:53   STENBOL - TJA di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Bakirkoyê bi cil û bergên Kurdî meş li dar xist û bi belavokan gel vexwend Newrozê.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Li Stenbolê jî amadehiyên pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de bi cil û bergên Kurdî meş li dar xist û belavokên vexwendina Newrozê belav kirin.   Bi meş, stran û belavokan vexwendin Newrozê   Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî li Qada Bakirkoyê kom bûn û dest bi meşê kirin. Jin bi erbaneyan meşiyan, stran gotin û gel vexwendin Newrozê.   Li Stenbolê Newroz dê di 22'yê Adarê de li qada Yenîkapiyê were pîrozkirin.