Amadekariyên qada Newrozê ya Amedê dewam dike 2026-03-18 13:34:50     AMED – Li Amedê ku dê di 21’ê Adarê de Newroz lê bê pîrozkirin, amadekariyên Newrozê berdewam dike.   Di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê ya Amedê bi dirûşmeya “Newroza aştî û yekîtiya demokratîk” dê miting bê lidarxistin. Amadekariyên qadê yên ji bo Newrozê ku destpêkirine berdewam dike. Li ser dika ku bi “Newroz Pîroz be” hatiye xemilandin, sîstemên deng jî tên amadekirin.   Newroza Amedê dê saet 10.00’an de destpê bike û 17.00’an de bi dawî bibe. Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Leyla Zana, Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş dê wek axaftvan cih bigirin.   Her wiha hunermend Koma Agirê Jiyan, Alend Hazîm, Zinar Sozdar, Dîlan Top û Erkan Top dê derbikevin ser dikê. Her wiha koma govendê jî dê derkeve ser dikê.