Li Sîlopiyê bernameya fitarê pêk hat 2026-03-17 20:39:26   ŞIRNEX - Li Sîlopiyê MEDYA-DER û TUHAY-DER bi dirûşmeya ‘di şopa heqîqetê de di sifreya rojê de’ bernameya fitarê pêk anîn.   Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) li Sîlopiyê bi dirûşmeya  ‘di şopa heqîqetê de di sifreya rojê de’ bernameya fitarê pêk hat. Bername li saloke dawetê pêk hat û gelek welatî tevlib ûn.   Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez di fitarê de axivî, endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salîh Muslîm ku jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî û da zanîn ku wê li her çar parçeyê Kurdistanê bi awayekî azad bijîn. Zekî Îrmez daxuyakirin ku divê gel bi hêvî û biryar bin û got ev sedsal sedsala Kurdane.   Bername bi xwarina fitarê bidawî bû.