Aktîvîst Zubeyde Akmeşe li Munîhê hate girtin 2026-03-17 18:47:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst Zubeyde Akmeşe ya ku li bajarê Munîhê ya Almanyayê dijî, serê sibê bi serdegirtina polîsan a li ser mala xwe hat binçavkirin.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsên Alman di saetên zû yên sibehê de operasyon birin ser mala Zubeyde Akmeşe.   Zubeyde Akmeşe ya ku piştî serdegirtinê hat binçavkirin, piştî karûbarên wê yên li ewlehiyê birin dadgehê.   Zubeyde Akmeşe ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê. Der barê girtinê de hîna ji meqamên fermî daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayîn û hinceta binçavkirin û girtina wê nehat hînbûn.