Li Pîran û Xana Axpar coşa Newrozê 2026-03-14 22:21:54   AMED- Gel tevî baranê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’ agir pêxistin û bi govendê Newroz pîroz kirin.   Li navçeya Pîran û Xana Axpar a Amedê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’ Newroz hat pîrozkirin.  Li taxa Hopek a Pîranê pîrozahiya pêk hat gelek kes tevli bûn. Welatiyan li dora agir govend gerandin.   Xana Axpar   Li taxa Kela Gabana a Xana Axpar welatiî tevî baranê Newroz pîroz kirin. RêveberÊn DEM Partî, DBP’ê, hevşaredarên Xana Axpar û gelek kes tevli bûn.   Li Girê Mîr Xidir ya li taxê jî meşa meşaleyî pêk hat. Welatiyan li dora agir govend gerandin û Newroz pîroz kirin.