Betul Yaşar ya hat tahliyekirin bi coş hat pêşwazîkirin 2026-02-24 17:35:36   AGIRî - Hevşaredara berê ya Giyadînê Betul Yaşar piştî hat tahliyekirin îro li bajarê xwe bi coş hat pêşwazîkirin.   Hevşaredara berê ya Giyadîn a Agiriyê Betul Yaşar ku hatibû tahliyekirin îroli Balafiregeha Ahmed-i Hanî ji aliyê malbat, xizmên xwe, nûnerên civaka sivîl û gelek kesî ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de bê navber ‘bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin.   Kulîlk dan Betul Yaşar û demên hestiyar hatin jiyîn. Welatiyan diyar kirin ku cezayên hatiye dayîn ne hiqûqiye û gotin biryara îstînafê di cih de ye.   Çi bibû?   Di 31’ê Gulana 2024’an de li Hevşaredara Diyadînê Betul Yaşar bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza hatibû birîn. Piştî ku dadgeha îstînafê biryar xera kir, Betul Yaşar ha tahliyekirin.