Li dijî komployê banga daketina qadan 2026-02-13 09:09:34   Buşra Turan   WAN - Dayika Aştiyê Zekiye Kaya der barê komploya navneteweyî de axivî û got: “Heta serokê me azad nebe ne gelê Kurd ne gelê Tirk azad nabe. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî komployê dakevin qadan.”   Di ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 27 sal derbas bûn. Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan didome.   Dayika Aştiyê Zekiye Kaya der barê komployê de axivî û diyar kir ku wek meclîsa dayikên aştiyê bi salane têdikoşin û armanca wan avakirina aştiyê ye. Zekiye Kaya daxuyakirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gelê Kurd jî azad nabe. Zekiye Kaya wiha got: “Em bi salane ji bo azadiya serokatiyê xebatan dimeşînin. Armanca me aşti ye. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Em xwe berpirs dibînin. Em 15’ê Sibatê lanet dikin û carek din bang dikin. Êdî bes e. Divê gavên şênber bên avêtin.”   ‘Em ê heta dawî têbikoşin’   Zekiye Kaya daxuyakirin ku ew her sal li dijî komployê çalakî û bernameyan pêk tînin û got tevî hemû zextan dest ji têkoşînê bernedane û wê bernedin, heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Zekiye Kaya wiha anî ziman: “Bi salane zext li Dayikên Aştiyê tên kirin. Bi binpêkirinan re tên rû hev. Lê tevî her tiştî em têkoşîna xwe didomînin.   Tevî hemû êşan em bang dikin. Daxwaza me ya hevpar eve ku ev êş bidawî bin û ev mirin bidawî bin. Dem dema tevgerê ye. Heta ku serokatiya me azad nebe ne gelê Kurd ne gelê Tirk azad nabe.”