Li başûrê Kurdistanê Komkujiya Parîsê hat bîranîn 2026-01-09 15:07:26   NAVENDA NÛÇEYAN -Jinên ji Başûrê Kurdistanê Komkujiya Parîsê şermezar kirin û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.   Bi boneya 13’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên şoreşger û pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, Jinên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin heta ku edalet û qanûn neyên bicîhanîn bêdeng namînin û daxwaz dikin ku kesên di komkujiyên  Parîsê kirin werin eşkerekirin.   Daxuyanî wiha ye:   “Îro 9’ê Çileyê 13 sal bi ser qetilkirina sê jinên pêşengên ên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li Parîsê di sala 2013’an de hatibûn qetilkirin, re derbaz dibe. Ev komkujî di demekê ku pêvajoya aştiyê ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi taybet Rêberê wê ve wek pêngavek a niyeta baş ji bo bidestxistina aştî, aramî û demokratîkbûnê hatibû îlankirin, de hate pêkanîn.   Kujer neteweperestekî Tirk bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo komkujiyê hatibû amadekirin. Piştî ku hate girtin û sûcê xwe îtîraf kir, bi guman li girtîgeheke Fransayê hate kuştin. Bê guman, ev yek ji bo pêşîgirtina li eşkerekirina têkiliyên neqanûnî yên di navbera Tirkiye û Fransayê de bû. Piştre dadweriya Fransayê doz girt.   10 sal şûnde, heman komplo li dijî sê çalakvanên din ên Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Fransayê hate kirin. Tevî ku kujer niha di girtîgehê de be jî, rastiya komkujiyê hîn ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin, dadweriya Fransa hewl dide ku wê veşêre. Bê guman, pir eşkere ye ku ev ne tenê qetilek bû, hevrêziyek eşkere ya dewletên Ewropî, bi taybetî Fransa, bi dewleta Tirk re bû da ku pêşengên gelê me tune bikin.   Bê guman, eger rastiyên komkujiya yekem eşkere bibûna, destên li pişt komployê eşkere bibûna û kujer bihata cezakirin, komkujiya duyem çênedibûya.   Îro, 13 sal piştî komkujiya yekem û sê sal piştî komkujiya duyem, birînên ku ji ber van komkujiyan çêbûne hîn ji bo me Kurdan, bi taybetî jî ji bo jinan bi giştî, nehatine kewandin. Wek jinên Başûrê Kurdistanê, ev qetilkirinên li dijî pêşengên jin wê me ji têkoşîna me sar nekin û me ji armanc û hêviyên xwe paşve gav neavêjin. Berovajî wê, ev rêbaza qetilkirina jinan wê me di têkoşîna xwe de isrartir bike û ber bi hilweşandina zihniyeta zayendperest, nijatperest, faşîst û mêrsalar ve biçe.   Jinên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ku niha li dijî dagirker û dijminên gelê me radiwestin, bi saya mîrateya ku Leyla û Sakîneyan ji me re hiştine ye. Girînge ku em jin bi hev re dengê xwe bilind bikin û li dijî hemû tundiyan helwestek cidî bigirin.   Heta ku edalet di van dozan de neyê bicihanîn, em nikarin behsa pîvanên demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bikin, taybet li welatên ku terorîzma siyasî û jenosîd lê tê kirin. Emê vê komkujiyê di bîra xwe de zindî bihêlin heta ku edalet, azadî û demokrasî ne tenê bi daxwazê, bi xwerêxistinkirin û têkoşînê pêk were.”