Li Mexmurê bîranîna Roboskê: Heta edalet pêk neyê têkoşîn wê bidome 2025-12-28 21:58:56       MAVENDA NÛÇEYAN- Li wargeha Mexmûrê di bîranîna komkujiya Roboskê de hat diyarkirin ku heta edalet pêk neyê wê têbikoşin bidome.    Komkujiya Roboskê ku di 28’ê Kanûna 2011’an de19 jê zarok 34 di encama bombebaran balafirên şer de hatibûn qetilkirin, li Wargeha Penaberan a Mexmurê bi bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Bîranînê bi tevlîbûna çalakvan û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê di kesayeta kesên di komkujiya Roboskî de hatine qetilkirin hat destpêkirin.   Pişti rêzgirtinê Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Qedrî Şirîşeyî axivî. Qedrî Şirîşeyî di destpêka axaftinên xwe de kesên ku bûne sedemê vê komkujiyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Heta rojek jî temenê me mabe em ê li pey hesab pirsînê bin. Çawa ku di dîroka me de komkujiyên wek Zîlan, Dêrsim û gelek cihên din ku hatin jiyankirin û heta roja îro jî hesab tên pirsîn ev jî yek ji wan komkujiyane. Ev komkujî bi zanebûn tinekirina gelê Kurde, ji bo vê jî nabêjin ev zarokeke, sivîleke, jineke yan jî kaleke. Ji bo vê em ê heta dawiyê li pey hesabpirsîna  komkujiyên wiha bin. Heta edalet cihê xwe negire, heta berpirs neyên darizandin em dest ji vê dozê bernadin. Ji bo vê jî bila serê Tevgera Azadiyê, gelê Kurdistanê û serê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî sax be.”   Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.