Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin 2025-12-28 16:11:23   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li gelek bajaran 34 kesên li Roboskî hatin qetilkirin bi çalakiyan hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku mercê bingehîn ê aştiya civakî û mayinde darizandina kujeran e.   Balafirên dewleta Tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de şêniyên gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin. Bi boneya sala 14’emîn a komkujiyê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn.   Mêrdîn   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdinê, li Parka Karayollariyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê, dirûşmên “Bimre komkujî, bijî azadî" û "Roboskê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kir. Ji bo kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Berdevkê Platformê Mervan Erdem axivî û got: “Aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, bi derxistina holê ya heqîqetê û bi cîbicîkirina edaletê pêkan e. Şertê sereke yê aştiyeke mayinde û civakî, sernegirtina binpêkirinên mafên mirovan ên di demên berê de hatine kirin, derxistina wan a holê û darizandina berpirsyarên wan e.”   Di berdewamê de Erdem anî ziman ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe û got: “Heta ku berpirsyarên Komkujiya Roboskê derdixin holê, komkujî ji her alî ve tê ronîkirin û berpirsyar tên darizandin dê têkoşîna me bidome. Kesên biryara vê komkujiyê dane, kujer û yên kujeran diparêzin dê bên aşkerakirin. Polîtîkaya necezakirinê dê rê li ber sûcên nû veke. Darizandina faîlan, tekane rêya pêşîlêgirtina sûcên nû ye.”   Riha   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Rihayê jî li pêşiya Novada Park AVM ya li navçeya Halîliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskê ne dram e komkujî ye, me ji bîr nekir dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Yasîn Aktaş di daxuyaniyê de axivî û got ku tevî bi ser komkujiyê re 14 sal derbas bûne jî hêj faîl nehatine girtin û cezakirin.     Aktaş, bi bîr xist ku komîsyona lêkolînê ya di bin sîwana Meclisê de hatiye avakirin komkujî baş lêpirsîn nekir, meqamên darazê bêalî û serbixwe tenvegeriyan, AYM’ê bi hinceta “ewraqên kêm” dosya qebûl nekir û DMME’yê jî bi îdiaya “hemû rêyên hiqûqa navxweyî nehatin bikaranîn” dosya red kiriye. Aktaş, ev yek weke “xwegihandina edaletê bi awayekî fiîlî ji holê hate rakirin”  nirxand. Aktaş, got: “Divê dewlet berpirsyartiya xwe ya di Komkujiya Roboskê de qebûl bike û edaletê bicih bîne. Ev, berpirsyartiyeke dîrokî, hiqûqî û wijdanî ye.”   Wekîla DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê jî anî ziman ku komkujiya hatiye kirin ne operasyon, tercîheke bi zanebûn bû û xwest komkujî were ronîkirin.     Edene   Şaxa ÎHD’a Edeneyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî li Parka Înonuyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Sûcê nehatî darizandin birîneke nekewandî ye”, “Ji bo Roboskê edalet” û “Ji bo Roboskê edalet, ji bo her kesî edalet, me Roboskê ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin” hatin hilgirtin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî helbest hatin xwendin û li muzîkê hate guhdarîkirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker di daxuyaniyê de got ku divê pêvajoya hiqûqî ya têkildarî Komkujiya Roboskê jinûve dest pê bike û bi awayekî bêalî û serbixwe bê meşandin. Yasemîn Dora Şekerê xwest ku faîl bên tespîtkirin û darizandin û got: “Divê dewlet lêborîneke fermî bixwaze û hemû windahiyên madî û manewî yên malbatên kesên hatine kuştin tazmîn bike.”   Ceyhan   Rêxistina DEM Partiyê ya Ceyhanê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Hevserokê Bajêr Tahir Ozdemîr di bîranînê de got ku avakirina komareke demokratîk, bi hevrûbûna komkujiya Roboskê pêkan e û xwest berpirsyar bên darizandin.   Mêrsîn   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne înkar; hevrûbûn, ne şer, aştî” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên "Şehîd namirin" û "Roboskê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Şukran Aktaşê di daxuyaniyê de got ku hêj komkujî nehatiye ronîkirin, faîl nehatine cezakirin û derxistina heqîqetê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Şukran Aktaşê xwest dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe û bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.     Hatay   Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Mursel Tonguç Salmanoglû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û xwest berpirsyar bên darizandin.   Amed   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cihê ku dem sekinî û êş girantir bû; Roboskê em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin" hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Roboskê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Roj dê were, dewran dê biguhere, AKP dê hesabê bide gel” berz kir. Hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê Duygu Ozbayê daxuyanî xwend û got ku ji kêliya komkujî hatiye kirin heta niha polîtîkaya necezakirinê hate meşandin û got: “Me Roboskê ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin.”   Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê jî anî ziman ku ji bo aştiyê divê dewlet bi Roboskê re hevrû bibe û berpirsyar hesabê bidin.   Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.     Êlih   Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “28’ê Kanûnê Komkujiya Roboskê; me ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin. Endama MEBYA-DER’ê Guneş Çetînkaya Erdem daxuyanî xwend. Wekîla DEM Partiyê Saliha Aydenîzê di daxuyaniyê de got ku dosyaya doza Roboskê hatiye paşguhkirin û got ku ji bo pêvajoya heyî bi ser keve divê dewlet berpirsyarê komkujiyê bidarizîne.   Daxuyanî, bi dirûşma "Şehîd namirin” bi dawî bû.