Li Rihayê tundiya mêr: Jinek û kurê wê hatin kuştin 2025-12-27 16:17:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Ramazan Sagir jina pê re hatibû zewicandin û kurê xwe bi çek kuşt.   Li navçeya Siverek a Rihayê, Ramazan Sagir (65) jina pê re hatibû zewicandin Îmhan Sagir (65) û kurê xwe Ramazan Sagır (29) bi çekê kuşt.   Li ser agahîdayîna derdorê, tîmên cendirme û bijîşkî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.   Îmhan Sagır û kurê wê Ramazan Sagır di rêya nexweşxaneyê de di ambulansê de jiyana xwe ji dest dan.   Ramazan Sagir ku piştî bûyerê hewl da bireve, hate girtin û binçavkirin.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.