Ji Kongra Star nirxandina têkoşîna sala 2025’an 2025-12-26 09:10:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Sala 2025’an salek tijî bûyerên girîng bûn, jinan di vê salê de ji bo xwe, ji bo civakê çi kirin û li hember êrîşan çawa li ber xwe dan û Kongra Star çiqas rol lîst.   Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo xebat û têkoşîna sala 2025’an û perspektîfa jinan a sala 2026’an nirxand. Her wiha endama Kongra Star Bêrîvan Yûnûs jî bal bir ser guhertina rejîma li Sûriyeyê û têkoşîna jinan a sala 2025’an.   Rihan Loqo di destpêkê de got: “2025 salek bi berxwedan, şer, fedekarî, avakirin, guhertin, veguhertin û bi qehremaniya hatiye raberkirin dagirtî bû. Lê salek tijî kirîz jî bû. Di nav ewqas kirîz, êrîş û komployan de têkoşîna ji bo azadiyê bi pêşengiya jinan û Kongra Star li pêş bû.”   ‘Xetereya li ser jinan zêdetir bû’    Rihan Loqo da xuyakirin ku wan sala 2025’an bi dirûşmeya “Ne bi olperestiya selefî û ne bi hişmendiya Baasî, Jin Jiyan Azadî” destpê kir û wiha dewam kir: “Piştî ketina Rejîma Baasê Sûriye derbasî qonaxek nû bû. Lê me wekî jin li hember desthilatdarên Sûriyeyê ku ji hişmendiya Baasî derbasî olperestiya selefî bû, got Jin Jiyan Azadî. Têkoşîna me ya dîrokî li hember Rejîma Baasê, îro bi hatina desthilata nû re bi awayekî bihêztir dewam dike. Qonaxek bû ku xeteriya li ser hebûna jin û azadiya wê zêdetir bû. HTŞ’ê cilên reş li bazaran, zanîngeh û kolanan li jinan ferz dikirin. Xeta me ya azadiya jinan, ferzkirina cilan a li ser jinan rêbazek tundiyê dibîne.”   Kujerên jinan hatin desthilatê   Rihan Loqo qala helwesta jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hember kujerên jinan ku îro Sûriyeyê bi rê ve dibin kir û wiha pê de çû: “Sîstema Sûriyeyê îro li ser bêmafî û nasnameya jinan tê avakirin. Çawa? Îro kujerên jinan Ebû Emşa û Hatim Ebû Şeqra di astên herî bilind ê desthilatê de tên erkdarkirin. Ji lewra jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî birêxistinkirî û xweparastinê helwestên xwe bi çalakiyên cûr be cûr nîşan dan. Li ser wê çawa kujerên jin, zarok û civakê bibin berpirsiyarê vî welat î ?”   ‘Jin ji destûrên Sûriyeyê ne razî ne û alternatîfa wê pêşkêş dikin’   Rihan Loqo got li dijî destûra Sûriyeyê ya nû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan dan û wiha daxwazên jinan ên ji bo Sûriyeyek nenavendî, demokratîk û pirçandî, pirolî bi lêv kir: “Gelek xebat bi pêşengiya Kongra Star hatin organîzekirin. Me rewşa jinan ku wê çawa di Sûriyeya nû de cih bigirin, nîqaş kir. Em bi vê bawer in ku wê Sûriyeya nû bi rengê jinan were avakirin. Destûrek mafê jinan nenivîse, wê neparêze, hebûna wê nas neke û rêxistinên jinan azad nebîne, ji bo me nabe destûrek demokratîk. Lewma pêwîst e destûrek mafê jinan biparêze û jin di nav Sûriyeya nû de roleke avaker bilîze. Lê heta niha em ne razî ne ku kujerên jinan bibin rêveberên Sûriyeya nû.”   Hest û sozên jinan dibin pirtûk !   Rihan Loqo eşkere kir ku ew amadekariya pirtûkekê dikin, wiha naveroka wê zelal kir û got: “Nameyên jinan ên ji Rêber Apo re nivîsandine em ê bikin pirtûkek, ji bo wê amadekarî tê kirin. Piştî ku nameyên zarokan ji Rêber Apo re nivîsandibûn, hatin komkirin û wekî pirtûkekê bi sernavê ‘Ji deryaya dilê me re’ hat çapkirin û belavkirin.”   Kongra Star jinên Elewî û Durzî tenê nehiştin   Rihan Loqo da zanîn ku Kongra Star jinên Elewî û Durzî tenê nehiştin û ji bo wan xebatên ku hatine kirin wiha vegot: “2025 ji bo jinên Elewî û Durzî sala komkujiyan bû. Komkujiyên pir biêş hatin jiyîn, bi dehan jin hatin revandin, windakirin û tecawizkirin. Qirkirina jinên Elewî û Durzî li pêşberî çavên cîhanê çêbûn, lê mixabin ya ku me dît bêdengiyek li hember dosyeyên jinan hebû. Heta îro gelek jin di nav pencên HTŞ’ê ya cîhadîst de girtî ne, lê tu saziyên mafê mirovan û saziyên jinan ê ewlehiyê girîngî nedanê.”   HTŞ çarenûsa jinan eşkere nake    Rihan Loqo rewşa jinên Swêda û perava Sûriyeyê gihiştinê wiha parve kir: “Gihiştiye wê astê ku malbat ji şerma nabêjin kîjan keça wan hatiye revandin. Ne malbat xwedî li keça xwe derdikeve û ne jî HTŞ çarenûsa wan eşkere dike, jin di navbera şerma malbat û nepêkanîna edaleta HTŞ’ê de temen didin. Ji bo jinên Swêda û perava Sûriyeyê Kongra Star piştgiriya xwe nîşan da. Jinên Rojava li pişt jinên Elewî û Durzî ne, em bi hev re dikarin bibin dengê azadî û demokrasiyê û rastiyên heyî ji cîhanê re eşkere bikin.”   Tevgera diplomatîk   Rihan Loqo balkişand ser awayê mayindekirin û bihêzkirina têkiliyên jinan ji Sûriyeyê heta Kurdistan, ji Rojhilata Navîn û cîhanê û wiha dewam kir: “Piştgiriya Kongra Star ji bo jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê bi daxuyanî, kampanya û xebatên cûdatir çêbûn. Ji bo girtiyên zindanan, serhildana Jin Jiyan Azadî û nepejirandina cezayên darvekirinê li ser jinan jê Pexşan Ezîzî, me gelek xebat meşand. Silavdayina ji bo têkoşîna jinan li welatên Ewropayê heta Hindistanê jî domiya. Ji bo danasîna şoreşa jinê û naskirina wê gelek şandeyên me derbasî Rojhilata Navîn û cîhanê bûn û ji wir gelek şande derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bûn. Armanc ji xebatan ew e ku em çawa bikarabin têkoşîna jinan girêdayî hev bikin, dengên ji bo azadiyê bilind bikin û bikin yek û sedsala 21’ê bikin sedsala mezinkirina berxwedana jinan. Têkoşîn û xebatên Kongra Star di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînordar nema, xwe gihand giştî jinên Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê jî. Armanc ji van têkilî û piştgiriyan ew e em çawa bikaribin li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê heta tundî û desthilatdariyê, destkeftiyan mayinde bikin.”   Jin pêşengiya diyalogên mayindekirina destkeftiyên Şoreşê dikin   Rihan Loqo got li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro jin danûstandin û diyalogên bi hikûmeta demkî ya veguhêz re dikin û wiha behsa pratîka wê kir: “Di nav her sê şandeyan de ya leşkerî, şandeya Kurdî û şandeya bi navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dosyeyan û entegrasyonê nîqaş dikin, jin bi roleke sereke radibe. Ji bo ku jin destkeftiyên Şoreşa Jinê mayinde bikin bi gelek aliyan re danûstandinan dike. Herwiha ji bo nûnertiya xwe ya wekhev di Sûriyeyê de me konferansa Sîstema Hevserokatiyê lidar xist. Encam ew e ku em çawa sîstema hevserokatiyê bikin sîstemeke hevbeş, ji bo tevahî Sûriyeyê.   Ji ber sîstemek e wekhevî, demokrasî û aştiyê bi xwere tîne. Biryarek wekhev ji herdu zayendan tê girtin û ev dikare li hember êrîş, qirkirin û desthilatdariya heyî li tevahî Rojhilata Navîn bibe alternatîfek bihêz.”   Meşa ber bi Konfederalîzma Demokratîk a jinên cîhanê   Rihan Loqo da zanîn ku li hember qirkirin û hişmendiyên hişk ku jinan qebûl nakin pêwîstî bi mezinkirina têkoşîna jinan a di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî û xwegihandina hemû jinên cîhanê de heye ku bi awayekî xwerêxistinkirî û bi xweparastinek bihêztir sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinan û wiha got:”Bi zanista Jineolojî û felsefeya Jin Jiyan Azadî valaderxistina komploya li ser jinan pêkan dibe.”   Konferansa Jinên Kurd hat lidarxistin    Rihan Loqo da zanîn ku meşa wan a ber bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê ve didome û wiha behsa tiştên pêwîst ên ji bo gihiştina wê kir: “Her ku yekîtî û hevgirtina jinan û rêxistinbûyîna wê hebe em dikarin leztir ber bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê ve bimeşin. Li Rojava jinên Kurd Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd li dar xist û li aliyekî dinê jî Konferansa Jinên Sûriyeyê hat lidarxistin. Me jinên tevahî pêkhateyan bi hev re mafê jinan û taybet mafê jinên Kurd nîqaş kir.”   Jinên Kurd amadekariyan dikin   Rihan Loqo ji bo têkoşîna jinên Kurd li Kurdistanê jî ev tişt anî ziman: “Amadekarî tê kirin ku jinên Kurd Kongreya xwe ya neteweyî li dar bixin. Bi avakirina Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ku yek ji encamên konferansa Yekîtiya Jinên Kurd bû, hemû jinên Kurdistanê di nav de cih digirin. Ku em bi hev re bikaribin li hember êrîşên dixwazin xwe li ser jinan û hebûna Kurdistanê ferz bikin, bertekên xwe bi rêxistinbûn û zanistek kûr nîşan bidin. Hewldanên yekkirin û hevgirtina jinan di aliyê Rojhilata Navîn û cîhanê de jî hene. Bi van hewldanên ku jin piştgiriyê dike dikare bibe hevgirtinek mezin ya gelan. Hevgirtina jinan dikare rê li ber hevgirtina gelan veke û welatekî azad û demokratîk bi aştiyane ava bibe.”   Perspekftîfa pêşwazîkirina 2026’an   Rihan Loqo bi perspekftîfa jinan a pêşwazîkirina sala 2026’an dawî li nirxandina xwe anî: “Bi israra rihê Şoreşa Jinê, felsfeya Jin Jiyan Azadî û bi rihê banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, em ê sala 2026’an pêşwazî bikin û xebatek berfireh ji bo wê bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Ji bo aştî û azadiyê me li berxwe da’   Endama Kongra Star Bêrîvan Yûnûs di destpêkê de bal bir ser têkoşîn û rêxistinbûyina jinan a di nava salekê de derketiye pê û wiha got:”Bi hilweşandina rejîma BAAS’ê re serdemeke nû dest pê kir. Dema salvegera hilweşandina rejîma BAAS’ê hat, şahî li Sûriyeyê hat lidarxistin. Lê belê HTŞ dema hat ser desthilatdariyê hîn bêhtir xwîn rijiya. Êriş li ser pêkhateyan hat kirin. Ango rengekî ku şahî bê lidarxistin li holê tune ye. Çimkî Sûriyeyek pirreng û demokratîk wekî ku me hêvî dikir pêk nehat. Vê yekê jî hêviya gelan şikenand. Di vê salê de jî hemû rengên tundiyê derketin pêş. Rê û rêbazên ku îro HTŞ li ser esasên wê xwe dide avakirin, ne rast in. Lê belê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi gel daye qebûlkirin. Êrişek dema ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê hemû pêkhate li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan didin. Li herêman êriş pêk hatin. Piştî HTŞ hat dîsa êriş li ser Şehbayê pêk hat. Êriş li dijî elewiyan û durziyan pêk hat. Ev yek jî bingeha aştiyê hildiweşîne. Em pergaleke wiha ya ji serdema Esad maya napejirînin. Em pergaleke rola jinan tê de tune be napejirînin. Çimkî di hemû şeran de jin û zarok dibin qurban. Di nava salekê de ji bo bingeha aştî, rêxistinbûyin û azadiyê ava bibe me li berxwe da û em li qadan bûn.”    ‘Jinan xweparastin pêş xistin’   Bêrîvan Yûnûs da zanîn ku di sala 2025’an de jin li ijî êrişan rabûne û xweparastina xwe pêş xistine û wiha got:”Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya YPJ’ê sazî û rêxistinên jinan heta astekê hiştin jin xwe biparêzin. Xweparastin pêş ket. Bi hebûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xweparastin bêtir ket jiyana me. Bi rêya sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek belav bû. Me her tim xwest em bi hemû jinên Sûriyeyê re wê hişmendiya xweparastin, hişmendiya hebûnê jinan pêş bixin. Lê belê hebûna rejîma Esad, qutkirina rêyan, propagandaya dewleta tirk a negatif derfetên me kêm kirin. Em jin bi hevgirtinê dikarin xwe heta astekê pêş bixin û xwe biparêzin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her çiqas jinên kurd pêşengî kiribin jî, şoreşek bi pêşengiya jinan pêk hatibe jî, bi tevlibûna jinên ereb, suryan, tirkmen, ermen sîwana me mezintir, baweriya me xurtir bû. Jinên wekî Îlham Ehmed her wiha Foza Yûsûf di qada siyasî de têkoşîn dan. Ev jî rol û hêza jinên kurd jî nîşan dide. Encax mirov dikare bi naskirina çanda hev û rêzgirtina ji ola hev re vê statutuyê bigihînin astekê. Lê belê bi hatina HTŞ’ê re gelek jin ji karê xwe hatin qutkirin.  Ji ber ku jin sembola aştiyê ne û şer didin sekandin. Bi pêşengî û hevgirtina jinan têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha heye. Û ji bo ev tecrube li hemû Sûriyeyê belav bibe jî me li berxwe da. Ji bo jiyaneke bi hev re bi aramî em vêya dikin.”