Ev 14 roj in ji Nêrgiz Mihemedî ti agahî nayê girtin 2025-12-25 15:21:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî û aktivîstên ku ji ber beşdarî merasîma bîranîna parêzer Xusrew Elî Kurdî ku bi awayek guman jiyana xwe ji dest dayî bûne hatin binçavkirin, ev bi rojan e nayê zanîn li ku ne.   Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin. Ev 14 roj in malbat û parêzeran ji Nêrgiz Mihemedî ti agahî negirtine.   Malbata Nêrgiz Mihemedî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir de, diyar kir ku piştî ku aktivîst hatine binçavkirin derbarê rewşa wan a tenduristiyê de ti agahî negirtine. Malbatê diyar kir ku Nêrgiz Mihemedî niha di hucreya yek kesî de tê girtin û fikarên wan gelek zêde bûne. Di parvekirina ku bertek nîşanî nasnekirina mafê hevdîtinê yê Nêrgiz Mihemedî hatî dayîn de, destnîşan kirin ku negirtina agahiyan nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê têkiliya bi Nêrgiz Mihemedî û aktivîstên din re bê nasîn û mafên bingehîn ên xwegihandina xizmetên tenduristiyê bê nasîn û îşaret bi fikarên malbatan kirin.   Malbatê da zanîn ku Nêrgiz Mihemedî bi salan di hucreyên yek kesî yên girtîgehan de têkoşiyaye. Daxwaz kirin ku demildest rê bê dayîn ku peywendî pê re bê danîn û derbarê rewşa wê û girtiyên din de agahiyên zelal bên parvekirin û bê merc bên berdan.