Li Erzînganê tahliyeya 5 girtiyan tê astengkirin 2025-12-24 09:05:50   Oznur Deger   WAN - Serfîraz Demîrer ku piştî 10 salan şûnde hat tahliyekirin wiha got: “Me bi jinan re nîqaş kir ku em vê felsefeyê çawa ji civakê re vebêjin. Niha dema ku ev nîqaş di civakê de bikevin pratîkê ye. Ez di wê baweriyê de me ku her kes dê bi berpirsyariya mirovahî xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê em xwedî li nirxên komunal derkevin.”   Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û ev jî bandorek neyînî li ser rewşa girtiyan dike. Di serî de girtiyên nexweş, ji aliyê Lijneyên Şopandin û Îdarî ve tahliyekirina girtiyan tên astengkirin.   Serfîraz Demîrer di 1’ê Kanûnê de piştî 9 sal û 11 mehan şûnde ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê hat tahliyekirin. Tahliyekirina wê jî ji aliyê lijneyê ve hatibû taloqkirin. Serfîraz Demîrer di 10’ê Çileyê 2016’an de li Mêrdînê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û 10 sal ceza lê hat birîn. Serfîraz Demîrer di Girtîgehên Tîpa E ya Mêrdînê, Tîpa M ya Bayburtê, Tîpa T ya Ereglî Konyayê û Girtîgeha Jinan a Erzînganê ma. Li girtîgeha Bayburtê înfaza wê hatibû şewitandin.   Serfîraz Demîrer ku piştî 10 salan şûnde hat tahliyekirin der barê binpêkirinên mafan yên girtîgehan û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.   ‘Li girtîgehan der barê mirovan de tu tiştek tuneye’   Serfîraz Demîrer da zanîn ku di 10 sal girtinê de bi gelek binpêkirinan re hatiye rû hev û ev tişt got: “Me li dijî her cureyê binpêkirinê têkoşîn dimeşand. Girtîgeh ne cihên ku mirov lê bimînin e. Li wan deran der barê mirovan de tu tiştek tuneye. Lê em xwedî îradeyek mezin bûn. Li wir qada jiyanê nayê nasîn lê em li wir jiyanekê ava dikin. Me bi mîrateya têkoşîna li Girtîgeha Amedê ev rihê berxwedanê diparast. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya serokatiyê daye destpêkirin jî me têkoşîn û rêxistbûna xwe pêş xist.”   ‘Binpêkirinên mafan ên cidî hene’   Serfîraz Demîrer destnîşan kir ku pêvajoyê bandorek li girtîgehan nekiriye û got: “Di ê pêvajoyê de binpêkirinên mafan zêde bûn. Lijneyên Îdarî û Şopandinê tahliyeyan bi ferzkirina ‘poşmaniyê’ taloq dikirin. Demek dirêj em nikaribûn derkevin revîran. Tevî me ji wezaretê û hemû saziyan re dinivîsand jî başiyek çênebû. Gelek girtiyên nexweş dermankirina wan dihat astengkirin. Binpêkirinên mafan ên cidî hebûn.”   ‘Me pêvajo bi coş pêşwazî kir’   Serfîraz Demîrer balkişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha vegot: “Li girtîgehan pêvajo bi coş hat pêşwazîkirin. Me jinan bi coş pêşwazî kir. Em bi banga serokatiyê re motîve bûn. Me bi rengê jinê pêvajo girt dest û xebatên cidî meşandin.”   ‘Divê em xwedî li nirxên komunal derkevin’   Serfîraz Demîrer destnîşan kir ku li girtîgehan jiyanek nû ava kirine û got: “Ji serokatiyê agahîgirtin bi me re morelekî mezin afirand. Ev pêvajo bi her alî girîng e. Di alî Kurdan û hemû gelan de girîng e. Armanc jiyanek demokratîk ji bo hemû gelan bikeve jiyanê ye. Paradîgma serokatiyê evqas berfireh e ku ji bo hemû gelan dikare bibe bersiv. Ev felsefeyek mezin e. Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Me jinan jî bi rengê xwe, divê em çawa bibin bersiv, nîqaş meşandin. Me got em bi rengê jinê çawa dikarin vê felsefeyê ji civakê re vebêjin. Me xwendinên xwe kûr kirin. Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Divê her kes xwedî li nirxên komunal derkeve.”   ‘Hiqûqa dijminahiyê didome’   Serfîraz Demîrer diyar kir ku li girtîgehan hiqûqa dijminahiyê didome û ev tişt bi lêv kir: “Hevala me ya Ardil Çeşme 30 sal in girtiye û du sal in tahliyeya wê tê taloqkirin. Ji ber tiştên berê hatine jiyîn polîtîkaya cezakirinê dimeşînin. Lê me bi mîrateya berxwedanê ya ji Zindana Amedê girtiye têkoşîn dimeşand. Girtiyên nexweş yên 73 salî nayên berdan. Li girtîgeha Erzînganê 24 girtiyên jin diman.Tahliyeya 5 girtiyan  Nurcan Arslan, Ardil Çeşme, Hîvda Çelebî, Berîtan û Saadetê bi kêfî dihat taloqkirin. Di alî tenduristiyê de binpêkirinên cidî dihatin jiyîn.”