Meclîsa Jinê ya TEV-DEM’ê bertek nîşanî êrişan da 2025-12-23 13:18:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk, êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û got: “Ev yek bi taybetî jî peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Waliyê Helebê û rêveberiya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hatiye îmzekirin, binpê dike.”   Duh cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam êrîş birin ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Di encama êrîşan de jinek hat qetilkirin bi dehan welatî birîndar bûn.   Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Ofîsa Perwerde û Fêrkirinê ya Meclîsa Jinê ya di Tevgera Civaka Demokratîk de Meha Meayê ve hat xwendin .   Meclîsê diyar kir ku  ev yek hemû peymanên hatine ragihandin, bi taybetî jî peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Waliyê Helebê û rêveberiya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hatiye îmzekirin, binpê dike. Daxuyaniya Meclîsê wiha berdewam kir: “Tank û çekên giran li şûna ku li eniyên şer bin, ber bi taxên sivîl ên bi nifûseke zêde, ku jin û zarok jî di nav de ne, tên avêtin. Di encama vê êrîşê de 16 sivîl, ku zarokek jî di nav de bû, birîndar bûn û jinek jî hat kuştin. Ev yek nîşan dide ku ev êrîş tenê mirovên bêguneh hedef digre û jiyana sivîlan dike xetereyeke mezin.”   ‘Ev nikare wekî destkeftiyek an serkeftinek were hesibandin’   Meclîsa Jinê ya TEVDEM’ê destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku êrîşkar li şûna pabendbûna bi diyalog û aramiyê, li ser zêdekirina rewşê û tundiyê israr dikin û wiha got: “Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne qadên şer û tundiyê ne û şer tenê wêranî û hilweşînek zêdetir çêdike. Em piştrast dikin ku hedefgirtina deverên bi ewle yên niştecihbûnê sûcekî ehlaqî û mirovî ye, binpêkirineke eşkere ya hemû qanûn û normên navneteweyî ye. Em êrîşkaran bi tevahî berpirsiyarê encamên vê êrîşê dibînin. Ev nikare wekî destkeftiyek an serkeftinek were hesibandin.”   ‘Divê ji berpirsiyarên vê êrîşê hesab bê pirsîn’   Meclîsa Jinê bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku bi tevahî li gor peymana 1’ê Nîsanê tevbigerin û rawestandina hemû cureyên êrîşkariyê mîsoger bikin û daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Parastina sivîlan û mîsogerkirina ewlehî û aramiya wan divê pêk bê. Divê ji berpirsiyarên vê êrîşê hesab bê pirsîn. Sûriye dê bi tankan neyê avakirin, dê bi edalet û aqilê mirovane bê avakirin. Em jin, bi bijardeya aştî û jiyana hevbeş ve girêdayî ne û em hemû hewldanên ku herêmê ber bi kaos û tundiyê ve bibin, bi awayekî kategorîk red dikin. Em li kêleka jin û xelkê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ne. Di mafê wan ê rewa yê ewlehî, aramî, rûmet û jiyaneke ewle bi ewle de em li ba wan in.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.