Endamên TOP’ê hatin berdan 2025-12-03 19:14:48     ÎZMÎR - Li Îzmîrê 5 endamên TOP’ê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin piştî îfadeyan hatin berdan.   Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê danê sibehê di avêtina ser malan de 5 endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) binçav kirin. Bûrak Mert, Sedanîr Parmaksiz, Adar Ablûk, Helîn Randa û Denîz Ûslû yên bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.  5 kesên li dozgeriyê îfade dan xebatên Piştevaniya Mor, Komeleya Her Yer Çaliş û sendîkayan jê hatin pirsîn. Piştî lêprisîna dozgeriyê 5 kes jî hatin berdan.