Rêxistina Kurdpa: Îran cûdakariyek sîstematîk li dijî jinan dike 2025-12-01 12:36:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan Kurdpa eşkere kir ku li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya tevlibûna jinan a di hêza kar de tenê ji sedî 13’ye, rêjeya di postên bilind ên hikûmetê de sifre. Her wiha eşkere kir ku jinên çalakvan yên Kurd bi tometên ewlehiyê cezayên girtîgehê yên demdirêj lê tên birîn.   Rêxistina Mafê Mirovan Kurdpa di çarçoveya pêngava 16 rojî ya çalakiyên li dijî tundiya li ser jinê de raporek li ser rewşa  jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.   Di raporê de hatiye gotin ku Îran di warê cûdakariya zayendîde li nava 146 welatan de de di rêza 143’yan de cih digre û ev jî cûdakariya sîstematîk a li dijî jinan nîşan dide.   Di raporê de hatiye gotin ku rêjeya beşdarbûna jinan a di hêza kar de ji sedî 13’ye, zêdetirî ji sedî 70’yê jinên bêkar derçoyên zanîngehanin. Yanî asta rewşenbîrî ya jinan kirine amrazek ji bo kontrolkirinê daku di rewşeke qeyranî ya aborî de jiyan bikin.   Her wiha hatiye diyarkirin ku rêjeya jinan a li nava parlementoyê ji sedî 5 kêmtire, di postên bilind ên wek serokayetî, wezaret û encûmenan de rêjeya wan sifre. Heta jin nikarin dengê xwe bi wan yasayên ku ji bo wan tên nivîsandin jî bidin.   Li gor rapora Kurdpa’yê, li Rojhilatê Kurdistan û  Îranê jin neparastîne, her sê rojan carek jinek bi hinceta ‘şerefê’ tên qetilkirin.   Her wiha di beşek din a raporê de hatiye gotin ku jinên çalakvan ên Kurd bi tometên ewlehiyê tên girtin û cezayên demdirêj ên girtîgehê lê tên birîn. Her wiha di girtîgehan de rûbirûyê êşkenceyê dibin, nasnameyên wan yên siyasî û zayendî tên hedef girtin. Hatiye diyarkirin ku jinên kolber jî beşek din yên qurbaniyanin ku ji ber rewşa xirab ya aborî berê xwe didin karê kolberiyê.