Ji TJA'yê hevdîtinên jinan: Jiyana azad bi komunê dest pê dike 2025-11-16 17:36:12       NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê di çarçoveya çalakiya 25'ê Mijdarê de li bajarên cuda yên Kurdistanê civînên jinan li dar xist. Civîn li ser rêxistinbûna jinan û bîrdoziya rizgariya jinan bûn.   Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên xwe yên ku bi şîara "Li dijî şîdeta dewleta mêr, Jin Jiyan Azad" di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de dest pê kirine, li Kurdistan û Tirkiyeyê didomîne.   Bedlîs    TJA li navçeya Exlat a Bedlîsê bi jinan re civiya. Di civînê de axaftin hatin kirin û girîngî û dîroka 25'ê Mijdarê hate destnîşankirin. Di civînê de, ku ji bo têkoşîna jinan hatibû veqetandin, tekezî li ser pêwîstiya rêxistinbûna jinan hate kirin. Di civînê de hate destnîşankirin ku rêxistinbûna jinan kevirê bingehîn ê têkoşînê ye û girîngiya komunan hate destnîşankirin. Di civînê de her wiha polîtîkayên şerê taybet hatin nîqaşkirin û girîngiya rêxistinbûna li dijî wan hate destnîşankirin.   Erzirom    Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de li taxa Kirimkeya ya navçeya Qereçoban a Erziromê bi jinan re civiya. Li mala sersaxiyê ya taxê atolyeyek "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" hate lidarxistin. Piştî axaftinan, di atolyeyê de pêşkêşkirin hatin kirin. Atolye bi pirs û bersivan û slogana "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.   Riha   Li navçeya Pirsûs a Rihayê civînek jinan hate lidarxistin. Di civînê de li ser rêxistinbûna jinan hate nîqaşkirin û girîngiya kombûna jinan bi awayekî rêxistinkirî ji bo têkoşîna li dij hişmendiya serdest a mêran hate destnîşankirin.