Mînakeke bêcezakirinê: Faîleke Şule Çet hat berdan 2025-11-16 12:50:56   ANKARA- Zilamê  bi navê Berk Akand ê ku yek ji faîlên Şule Çet bû hate tehliyekirin.    Kesê ku 29 Gulan a 2018an de alîkariya kuştina Şule Çet kiribû yê bi navê Berk Akand ji girtigehê hate berdan. Berk Akand ê ku alîkariya kujerê Şule Çet, Çağatay Aksu kiribû bi sûçê “êrîşa zayendî” “kesek ji azadiya xwe mehrûmkirinê” hatibû cezakirin û 18 sal 9 meh ceza lê hatibû birin. Pervekirinên  Berk Akand ên li ser dijîtalê bû sedema bertekan.