Derbarê mirina Mercan Kaplan de pêşketineke nû 2025-11-11 11:41:12     Medîne Mamedoglu   AMED – Li ser cenazeyê Mercan Kaplan a ku astendara zihnî bû û di meha Îlonê de bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da, nimûneyên DNA yên aîdê kesên din  hatin dîtin. Malbata Mercan Kaplan xwestin ku rastî bên eşkerekirin.   Di 5'ê Îlonê de li Amed, Mercan Kaplan (22), ku ji sedî 50 ji aliyê zîhnî ve astengdar bû, bi bavê xwe re ji malê derket da ku biçe mala xaltiya xwe, lê piştre tu agahî jê nehat girtin. Mercan Kaplan ku berê winda bûbû û çend caran hatibû dîtin, roja din di kanalek avdanê ya nêzîkî Egilê de cenazeyê wê hat dîtin.    Di lêpirsîna piştî bûyerê de, kesekî ku bi Mercan Kaplan re di heman wesayitê de hat tespîtkirin hat binçavkirin lê zû hat berdan. Her çend gumanbar di îfadeya xwe de bûyer wekî "qezayek" bi nav kir jî agahiyên di dosyayê de vê îdayê red dikin.   Nimûneyên DN'yê hatin destnîşankirin   Di raporeke pêşîn de ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hatiye amadekirin, nimûneyên DNA'yê yên kesên din li ser bedena Mercan Kaplan hatine destnîşankirin. Hîn nehatiye diyarkirin ka ev nimûne yên gumanbarê ku li cihê bûyerê hatiye dîtin in an na. Di raporê de her wiha li ser çavê Mercan Kaplan şînbûnek hatiye destnîşankirin. Her çend tê îdiakirin ku Mercan Kaplan piştî ketina nav avê miriye jî, malbatê hebûna pereyê di bêrîka wê de û nîşanên êrîşê li ser laşê wê jî destnîşan kiriye.   'Keça min ne telefon û ne jî pereyê wê hebûn'   Bavê Mercan Kaplan, Musa Kaplan, di derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku keça wî, ji ber kêmasiya wê ya zîhnî, ne dikarî telefon bikar bîne û ne jî pere xerc bike û xwest ku mirina wê were lêkolînkirin. Bav Musa Kaplan wiha dewam kir: "Em êvara windabûna wê tavilê çûn qereqola polîsan û qeyda windabûna wê kir. Roja din, wan telefon kir û gotin, 'Me keça te mirî dît.' Li ber çavê wê şînbûnek hebû û ji paş serê wê xwîn diherikî. Wan di bêrîka wê de pereyê ku şil nebibû dîtin. Wê rojê di wesayitê de bi wê re kesekî din jî hebûye. Ew kes hat binçavkirin lê piştî 3 saetan serbest hat berdan."   'Ev mirineke bigûman e'   Musa Kaplan diyar kir ku keça wî xwe nekuştiye, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û got: "Keça min astengdar bû û bi kesî re nediaxivî. Sedema mirinê hîn jî nayê zanîn û em li benda rapora otopsiyê ne. Ev mirineke gumanbar e. Em dixwazin rastî were eşkerekirin. Ger keça min hatibe kuştin, em daxwaz dikin ku were eşkerekirin."   Lêpirsîn berdewam dike   Hat hînbûn ku dadgeha ku biryar da di dozê de ne desthilatdar e, doz şandiye Serdozgeriya Giştî ya Egilê. Telefona gumanbar ji bo lêkolînê radestî pisporekî hatiye kirin, di heman demê de Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ragihand ku ew bûyerê dişopînin û li benda raporan in.