Ji ber teqîna bermahiyan zarokekî jiyana xwe ji dest da 2025-05-16 22:10:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama teqîna ji bermayên Tirkiye û komên girêdayê wê li rojavayê Til Temirê, zarokekî jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndara bûn.   Li gorî nûçeya Ajnsa Nûçeyan a Hawar (ANHA) 3 zarokên gundê Um El Kêf ê rojavayê Til Temirê îro danê êvarê dema ku li derdora gund dilîstin ji bermayên Tirkiye û komên girêdayê wê teqiyan. Di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da 2 birîndar bûn.