Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 96 kes hatin darvekirin! 2025-05-13 14:12:14            NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji aliyê girtiyên Îranê ve hatiye ragihandin, diyar kir ku ji serê meha Gulanê heya niha, 96 girtî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.   Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 68’emîn de didome. Kampanyayê derbarê darvekirinan de daxuyaniyek nû belav kir.   Di daxuyaniyê de hate gotin darvekirin û dayîna cezayên darvekirinê didomin û hate gotin; “Ji serê meha Gulanê (2025) heya niha 96 girtî li girtîgehên bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin û ji wê hejmarê yek jê jine.”   Herwiha hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê li du girtiyên din yên siyasî yên bi navê Emîn Ferec Awirgîsawendanî û Îhsan Ferîdî yê ku xwendevanê zanîgeha Tewrêz hatiye birîn. Tê gotin cezayê darvekirinê bi tometa ‘çekdarî’ li her du girtiyan hatiye birîn.   Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.