Jin amade ne ku ji bo aştiyê berpirsiyariyê bigirin 2025-03-11 09:02:38   WAN - Jinên li qada 8’ê Adarê ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hat xwendin, diyar kirin ku li hember peyama ku hatiye şandin hestên ku nayên vegotin jiyane û gotin, “Jin êdî xwedî erkeke nû ye, em amade ne ku ji bo aştiyê berpirsyariya herî mezin hildin ser milê xwe."   Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê bi raya giştî re parve kir, jinan 8’ê Adarê bi pêvajoya aştiyê pêşwazî kirin û qadên 8’ê Adarê bi coşeke mezin tijî kirin. Peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên a Cîhanê de, bandorek mezin li jinan kir.   Di mîtînga 8'ê Adarê ya li Wanê têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan, me mîkrofon dirêjî jinan kir.   'Jin êdî xwedî erk û roleke cuda ne'   Meryama Aslan diyar kir ku ew bi peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi taybet di roja taybet a ji bo jinan de şandiye kêfxweş e û got, “Em dixwazin ku em bi hişmendiya jinê û rengên jinan aştiyê li tevahiya civakê belav bikin. Di vê demê de divê jin bibin pêşengên aştiyê. Jin êdî xwedî erk û roleke cuda ne. Divê were zanîn ku em di xebatên xwe yên niha û pêşerojê de bi vê hişmendî û nêzîkatiyê tevdigerin. Bi bihîstina hevokên wiha watedar di rojeke wiha taybet d Birêz Ocalan em kêfxweş kirine."   'Birêz Abdullah rêya têkoşînê nîşanî jinan da'   Nazîme Arvas ku 8’ê Adarê li jinên ku li Rojhilata Navîn li hemberî hezaran zehmetiyan li ber xwe dan pîroz kir û got, “Em di rojeke bi hêz û xwedî wateyeke mezin a keda jinan de ne. Jin bi salan di malbatên xwe yên wekî dewletên biçûk de bindest bûn û ji wan dihat xwestin ku bibin mîna robotan. Ji bo vê jî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah xwedî li jinan derket û rêya têkoşînê nîşanî wan da. Bi rastî navê jinê jiyan e. Jinên ku bi berdelên giran jiyan watedar kirine, ji aliyê dagirkeran ve tê xwestin ku vê keda jinan vala derxînin. Keda jinan tê dizîn. Îro dîsa li Rojhilata Navîn dengê jina Kurd bi peyam û hewldana Birêz Ocalan ji aliyê hemû jinên cîhanê ve hat bihîstin. Ez careke din berxwedana jinên ku beriya bi salan di 8’ê Adarê de ji bo keda xwe têkoşiyan, li ber xwe dan û ji bo vê yekê hatin şewitandin pîroz dikim. Wan ev roj diyarî me kirine.  Bi rastî jin hemû wek hev in, rengê wan tune ye. Her çend cil û bergên me cuda bin jî hestên me, jidayikbûna me û tiştên ku em hîn bûne yek in."   'Civaka azad bi jinên azad pêkan e'   Nazîme Arvas diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan temam dike û got, “Ji bo jinan Ronesans e. Behsa civaka azad tê kirin, lê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dibêje heta jin azad nebe civak azad nabe. Rêya civaka azad di azadiya jinan re derbas dibe.  Birêz Öcalan tiştên girîng ku hewce bûn anîn ziman. Divê hemû jin li ser vê peyamê bisekinin. Çi hate gotin, çawa hate gotin, ked çi ye?  Herêma ku behsa wê tê kirin ne tenê ya Wanê ye. Em dixwazin sala 2026’an bibe sala birêz Ocalan û azadiya jinê. Ez jinên di rêya şoreşa Rojhilata Navîn de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim û jinên ku di vê rêyê de meşiyane pîroz dikim. Her yek ji wan jinan ji bo hemû cîhanê bûne mînak."   'Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê hîn mezintir bikin'    Ceyda Dîndar, anî ziman ku bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev roj watedartir bû û wiha dewam kir: “Peyama Birêz Abdullah Ocalan a ji bo jinan hestên ku nayên vegotin bi me re çêkir. Bi pêvajoya ku bi Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, em weke jin soz didin ku em ê li qadan bin û têkoşîna xwe ya azadiyê hîn mezintir bikin.”   'Em soz didin ku em ê ji bo aştiyê têkoşînê mezin bikin'   Oznûr Evîn diyar kir ku peyama ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye ew gelekî kêfxweş kiriye û got, “Di heman demê de em weke jineke Kurd hîn bûn ku em çiqasî li pêş in. Em kêfxweş bûn ku di rojek weha de peyamek weha hat. Bi vê peyama hat re ji jina Kurd re erk û berpirsyarî hat dayîn. Ev peyamek bû ku aştî derdixist holê û rê li ber aştiyê vekir. Weke jinên Kurd em soz didin ku em ê li her derê û li her cihê ku rê li ber aştiyê veke, li ber xwe bidin.”   'Em amade ne ku berpirsyariyê bigirin ser milên xwe'   Zeynep Tagtekîn, anî ziman ku herî zêde jin di bin bandora şeran de ne û got, “Me di 8’ê Adarê de bi banga aştiyê qad tije kirin. Dîsa peyama ku îro hat dayîn nîşan da ku ji bo jinên ciwan, berpirsyariya herî zêde ya aştiyê li ser milên wan e. Em weke alîgirên aştiyê yên bi salan û yên herî zêde dengê xwe didin vê pêvajoyê, em amade ne ku di vê pêvajoyê de berpirsyariya herî mezin bigirin ser milên xwe."