Li Sîneyê jinek hat qetilkirin 2025-01-04 17:40:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sîneyê jina bi navê Xezale Hedudî, ji aliyê mêrekî ve hat qetilkirin.    Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HERANA) a Îranê diyar kir ku li gundê Zaxanî ya navçeya Qurwe ya Sîneyê mêrekî jina Kurd  Xezale Hedudî qetil kiriye. Li gorî nûçeya Rojnewsê jina bi giranî birîndar bûye li nexweşaneya Kewser jiyana xwe jî dest daye. Nehat hîn bûn ku gumanbar kî ye.   Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan sala borî li Rojhilat 47 jin hatine qetilkirin, 97 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.