Polîsan êrişî kesên xwestin li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin kir 2026-05-01 12:37:08   STENBOL - Polîsan êriş birin ser komên dixwestin xwe bigihînin Taksîmê. Li Mecîdiyekoy û Beşîktaşê herî kêm 79 kes hatin binçavkirin.   Walîtiya Stenbolê, bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran têketin û derketina Qada Taksîmê qedexe kir. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên kedê û rêxistinên ciwanan biryar dan ku biçin Taksîmê. Heta niha herî kêm 79 kesên dixwestin biçin Qada Taksîmê hatine binçavkirin.   Ewil endaên Partiya Azadiya Civakî (TOP) ku dixwestin li Mecîdiyekoyê bên gel hev hatin dorpêçkirin. Endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Juliana Gozen jî di nav de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Her wiha 15 endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Piştevaniya Xwendekaran ên li Mecîdiyekoyê jî hatin derbkirin û binçavkirin. 20 endamên Halkevleriyê jî hatin dorpêçkirin. Welatiyên bertek nîşanî dorpêçê dan jî hatin derbkirin. Piştre jî 20 kes hatin binçavkirin.   Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî di nav de 100 kes jî bariyera polîsan derbas bûn. Polîsan bi gaz û TOMA’yan êrişî komê kir. Kom niha hatiye dorpêçkirin û gelek caran dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Dê ciwan hesabê ji AKP’ê bixwaze” û “Her der Taksîm e her der berxwedan e” berz dikin. Wekîlên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Kezban Konukçu û Ozgul Sakî û xwînerên Partîzanê jî di nava komê de cih digirin.   Li hêla din, dema endamên Partiya Rizgariyê ya Gel (HKP) dixwest ji Beşîktaşê derbasî Taksîmê bibe, rastî êrişa polîsan hat. Di êrişê de herî kêm 37 endamên HKP’ê hatin binçavkirin.   Tevî dorpêça polîsan jî berxwedana girseyê didome.