Tesîseke nû ya civakî ya dê jin birêve bibin tê vekirin 2026-04-30 10:49:10   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku armanc dike jin di qada giştî de bêtir xuya bikin, ewle bin û di hilberînê de xwedî gotin bin, di nav Parka Biratiyê ya Taxa Bagcilarê de tesîseke nû ya civakî vedike. Ev tesîsa ku dê ji aliyê jinan ve bê birêvebirin, ji bo jinan dê bibe qadeke jiyanê ya ewle û gihîştî.   Şaredariya Bajarê Mezin, piştî Tesîsa Civakî ya Fîskayayê ya li navçeya Yenîşehîrê, amadekariya vekirina tesîsa duyemîn li Parka Biratiyê ya Taxa Bagcilarê dike. Di tesîsa nû de jin dê bêtir xuya bikin, di ewlehiyê de bin û çalak bin; her wiha beşdariya wan a di jiyana aborî de jî dê bê piştgirîkirin.   Tesîsa ku dê ji aliyê jinan ve bê birêvebirin, ne tenê wekî cihê xwarin û vexwarinê, lê wekî qadeke piralî ku mafê jinan ê civakîbûn û hilberînê xurt dike hat sêwirandin. Tê armanckirin ku bi kargeh, qadên hilberîna hevpar û çalakiyên çandî, beşdariya jinan a di jiyana aborî û civakî de bê teşwîqkirin.   Cîgirê Serokê Lijneya Rêveberiya Med Kentsel ve Sosyal Hizmetler Sanayi Ticaret A.Ş.’yê Mervan Yildiz, ku şirîkatiya şaredariyê ye û dê tesîsê birêve bibe, diyar kir ku armanca wan a bingehîn avakirina qadên giştî bi rengekî wekhevpar e.   Tê plankirin ku tesîs rojane xizmetê bide 500 kesan   Yildiz da zanîn ku li gorî polîtîkayên civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin ew armanc dikin hejmara tesîsan zêde bikin. Yildiz destnîşan kir ku qada civakî bi salan e li dijî jinan hatiye tengkirin û lewma ew dixwazin van qadan veguherînin berjewendiya jinan. Yildiz diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên ku jin, ciwan û beşên din ên civakê yên negihîştine xizmetan digirin navendê bidomînin. Her wiha got dema wan Tesîsên Civakî yên Fîskayayê vekir, fikarên wan hebûn ku gelo dê eleqe hebe an na, lê rastî daxwazeke mezin hatin.   Yildiz destnîşan kir ku li Tesîsa Civakî ya Fîskayayê rojane nêzî 6 hezar kes têne ezimandin û wiha got: “Ji ber vê yekê me pêdivî bi vekirina tesîseke duyemîn dît. Fikra me çêbû ku tesîsa duyemîn bi taybetî bi Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a DBB’ê re bi hev re vekin. Mirada me li vir ew e ku em birêvebirina tesîsê bi temamî bidin jinan û di heman demê de xizmetê ji bo 500 kesan peyda bikin.”   ‘Dê hawirdoreke ewletir be’   Yildiz diyar kir ku bi birêvebirina tesîsê ji aliyê jinan ve dê hawirdoreke ewletir û bi hizurtir çêbibe û got ku dibe ku tesîseke civakî ya ku jin birêve bibin li Amedê û heta li Tirkiyeyê bibe ya yekem. Yildiz anî ziman ku krîza aborî bêtir bandorê li jinan dike û da zanîn ku di qonaxa yekem de dê 50 jin li tesîsê werin îstihdamkirin.   Yildiz ragihand ku ew ê polîtîkayeke wisa bimeşînin ku bi zêdebûna hilberînê re berfireh bibe û heke daxwaz û cureyên hilberan zêde bibin, ew dikarin qadê hinekî din berfireh bikin û konsepta wê biguherînin. Yildiz wiha axivî: “Di vê nuqteyê de em pir bi hêvî ne. Em bêtir armanc dikin ku qadên ku jin karibin jêhatîbûnên xwe nîşan bidin ava bikin. Ji bilî amadekirin an servîskirina xwarin û vexwarinê, em armanc dikin ku di pêşerojê de bi kargehên cuda xizmetê ji girseyên mezintir re bikin.”   Polîtîkaya bihayê ya tesîsê   Yildiz diyar kir ku di tesîsa navborî de dê polîtîkayeke bihayê ya mîna ya Tesîsa Civakî ya Fîskayayê bê meşandin û got: “Heke li derve vexwarinek 40-50 lîre be, li vir dê pir kêmtir be; ango li gorî bihayên derve dê polîtîkayeke bihayê ya pir guncav bê sepandin.”   ‘Pêşengên xebata civakî dê jin bin’   Yildiz destnîşan kir ku hejmara qad û mekanên ewle ji bo jinan kêm e û anî ziman ku ev tesîs ji bilî qada civakîbûnê, dê qadeke ewle jî pêşkêşî jinan bike. Yildiz wiha got: “Ji bo jinan di her qadê de rewşeke paşvekişandinê heye. Gelek malbat bi fikar in ku bi zarokên xwe re biçin gelek cihan. Ji ber vê yekê armanca me ya yekem zêdekirina van qadan û pêşkêşkirina hawirdoreke ewle û bi hizûr ji bo jinan e. Murada me bi temamî civakîbûn e. Pêşengên vê xebata civakî jî dê jin bin. Der barê avakirina qadên îstihdamê yên ji bo jinan de polîtîkayeke me heye.”   Dê di tîrmehê de bê vekirin   Yildiz ragihand ku wan dest bi amadekariyan kiriye û heke pirsgirêkeke mezin dernekeve, ew ê di dawiya hezîranê an jî di nîveka tîrmehê de mekanê vekin: “Ev der cihê şaredariyê ye. Ji bo ku civak hesta aîdiyetê pêş bixe û qadên ku xwe lê hîs dike ava bike, me li Fîskayayê pêvajoyek ceriband. Mirov xwe rehet hîs dikin, wekî ku hatibin mala xwe. Li vir jî em ê bi reng û nêrîna jinê qadeke civakîbûnê ava bikin, lewma em li benda hemû jinan û hemû beşên civakê ne.”